Konsulê Amerîkayê xatir ji Nêçîrvan Barzanî xwest

13-08-2023
RÛDAW
Wêne: Serokatiya Herêma Kurdistanê
Wêne: Serokatiya Herêma Kurdistanê
Nîşan Irvin Hicks Nêçîrvan Barzanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê, Konsulê Amerîkayê yê Herêma Kurdistanê qebûl kir.

Konsulê Amerîkayê yê Hewlêrê Irvin Hicksê ku erka wî bi dawî bû, çû cem Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û xatir jê xwest.

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku Nêçîrvan Barzanî spasî li Konsulê Amerîkayê yê Hewlêrê Irvin Hicks kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê got:

“Nêçîrvan Barzanî ji bo erk û xizmeta ku wî li Herêma Kurdistanê kiriye û pêwendiyên dualî yên di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê de pêş xistine spasiya wî kir û di erkê wî yê nû de hêviya serkeftinê ji re xwest.”

Konsulê Amerîkayê yê Hewlêrê Irvin Hicks jî kêfxweşiya xwe ya ji bo erkê xwe yê ku li Herêma Kurdistanê kiriye anî ziman.

Irvin Hicks ji bo ku di erkê xwe de alîkariya wî kiriye spasiya Nêçîrvan Barzanî û aliyên pêwendîdar ên Herêma Kurdistanê kir û hêviya serkeftinê û pêşketinê ji gelê Kurdistanê re xwest.

Irvin Hicks tebaxa sala borî li şûna Robert Palladino bû Konsulê Amerîkayê yê Hewlêrê.

Irvin Hicks berê di çarçoveya Hêza Leşkerî ya Hevbeş a Cîbûtiyê ya Efrîqayê de şêwirmendê siyaseta derve ya Amerîkayê bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst