Silêmanî (Rûdaw) - Li Başûrê Kurdistanê di torên civakî de dengoyek belav bûye, ku behsa wê yekê dike, di konsêrta stranbêjê tirk Koray Avcî de ku li Şanoya Romanî ya Silêmaniyê hatiye lidarxistin, li ser daxwaza wî stranbêjê tirk, Ala Kurdistanê hatiye rakirin.
Li Başûrê Kurdistanê, derbarê konsêrta stranbêjê tirk Koray Avcî ya li Silêmaniyê de, îddiayek balkêş di torên civakî de belav bûye.
Li gor vê îddiayê, di dema lidarxistina konsêrtê de, stranbêjê tirk Koray Avcî daxwaza rakirin û nehêlana Ala Kurdistanê li ser bînayê Şanoya Romanî ya li Silêmaniyê kiriye. Belavbûna vê dengoyê, bûye sedema hêrsbûna welatiyên Herêma Kurdistanê.
Belavbûna vê îdiayê bi awayekî berfireh di torên civakî yên Başûrê Kurdistanê de, Rêveberiya Şanoya Romanî ya li Silêmaniyê neçar kir, ku têkildarî mijarê de daxuyaniyê bidin.
Rêveberiya Şanoya Romanî di daxuyaniya xwe de, red dike ku di konsêrta Koray Avcî de Ala Kurdistanê hatibe jêbirin û tekez kiriye, her di bingeh de, Ala Kurdistanê li ser bînaya Şanoya Romanî nehatiye bilindkirin.
Rêveberê Şanoya Romanî, Serdar Xidir diyar kiriye: "Em ji hemû aliyan re radigihînin ku di konsêrta Koray Avcî de li nava Şanoya Romanî bi ti awayî Ala Kurdistanê nehatiye jêbirin. Di esas de li ser Şanoya Romanî, Ala Kurdistanê nehatiye danîn, li ser banê Şanoya Romanî jî Ala Kurdistanê nehatiye danîn."
Serdar Xidir herwiha daye xuyakirin, "kompaniyekê konsêrta Koray Avcî birêve biriye û dezgeh û saziyên hikûmetê ji hûrgiliyên wê haydar û berpirsyar nînin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse