Li Îdirê nan biha bû: 'Me ji neçarî wiha kir'

13-06-2024
Nîşan Îdir Nan Bihabûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Nan li parêzgeha Îdirê ya Bakurê Kurdistanê bi qasî 2 lîreyan biha bû, nanfiroş dibêjin ku ew mecbûr mane nan biha bikin.

Nanê 200 gramî piştî vê zemê ji 6 lîreyan gihişt 8 lîreyan.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê pêdiviyên jiyanê yên bingehîn roj bi roj bihatir dibin.

Herî dawiyê li Îdirê jî nan biha bû û ji 6 lîreyan gihişt 8 lîreyan.

Xelk gazinan dike û dibêje nan biçûk dibe lê biha dibe.

Nanfiroş jî gazinan ji lêçûn û baca zêde dikin û dibêjin ku ew naçar in nan biha bikin.

“Me niha ji neçarî wiha kir”

Nanpêjek li ser zema dawiyê wiha axivî:

“Me ji ber zêdebûna bacan û lêçûnan nanê 200 gramî kir 8 lîre çimkî fêdeya me tê de nemabû.

Me niha ji neçarî wiha kir, ka em binêrin dê bibe.

Xelk mafdar e ku gilî û gazinan bike lê em jî mecbûr in wiha bikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst