HPGyê amarên êrişên Tirkiyeyê belav kirin

13-04-2025
RÛDAW
Nîşan PKK HPG Tirkiye Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) diyar kir ku her çend wan ji bo serxistina pêvajoya aştiyê agirbesteke yekalî ragihandiye jî, lê artêşa Tirkiyeyê di 5 rojan de hezar û 26 caran baregehên wan li Herêma Kurdistanê bombebaran kirine.

Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan 27ê Sibata 2025an xwestibû PKK çekan deyne û xwe fesix bike, PKKyê jî 1ê Adarê agairbest ragihandibû.

Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya Hêzên Parastina Gel (HPG), baskê leşkerî yê PKKyê li ser êrişên Tirkiyeyê daxuyaniyek beêav kir.

HPGyê di daxuyaniya xwe de ragihand ku tevî pabendbûna wan a agirbesta ku zêdetirî mehekê ye wan ragihandiye, hêzên artêşa Tirkiyeyê êrişên xwe berdewam dikin.

HPGyê diyar kir ku di rojên 7-12ê Nîsana 2025an de artêşa Tirkiyeyê bi dron, balafirên şer, hawan û topavêjan hezar û 26 caran baregehên wan li navçeyên cuda yên Zap, Gare, Metîn, Şêladizê, Kanî Masê, Avaşîn û Amêdiyê bombebaran û topbaran kirine.

Li gorî daxuyaniya HPGyê di encamê de du gerîlayan jiyana xwe ji dest daye.

HPGyê her wiha got ku tevî ragihandina agibestê jî di rojên 9, 10 û 12ê mehê de li navçeyên Şêladizê, Zab û Metîn neçar mane bersiva sê êrişên rasterast bidin.

Li aliyê din, Şêwirmendê Ragihandinê yê Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê Zekî Akturk,  10ê Nîsana 2025an, di konferanseke rojnamegeriyê ya heftane de ragihand, di hefteyekê de, di encama êrişên artêşa welatê wî yên li Başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê, 6 gerîla û 12 şervanan jiyana xwe ji dest daye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst