Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî êrişa bi dronan a îro şermezar kir û got, "Ev êriş bi temamî nayên qebûlkirin û pêşhateke metirsîdar in."
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser êrişa bi dronan a ku ofîsa Serokwezîr Mesrûr Barzanî û cihê mayînê yê Berpirsê Ajansa Parastinê kir armanc, peyamek belav kir.
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de anî zimên:
"Em wan êrişan bi tundî şermezar dikin ku berê vê sibehê ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Rêzdar Mesrûr Barzanî û cihê mayînê yê Serokê Ajansa Parastinê kirine armanc.
Ev êriş bi temamî nayên qebûlkirin û pêşhateke metirsîdar in."
Banga li hikûmeta Îraqê
Nêçîrvan Barzanî di berdewamiya peyama xwe de bangî hikûmeta Îraqê kir û wiha pê de çû:
"Em bangî hikûmeta federal dikin ku berpirsyarî û pêbendiya xwe ya destûrî ya di parastina ewlehî û aramiya welêt de bi cih bîne da ku ev destdirêjî ducare nebin.
Parastina serwerî, ewlehî û aramiya Îraqê ku Herêma Kurdistanê jî li nav e, berpirsyariyeke hevbeş e.
Divê her kes ji bo aramkirin û nehiştina aloziyan kar bike."
Çi bûbû?
Dijîterora Kurdistanê ragihand ku 2 dronên bombebarkirî avêtine Ofîsa Taybet a Serokwezîr û cihê mayînê yê Berpirsê Ajansa Parastinê.
Li gorî daxuyaniya Dijîterora Kurdistanê, îro (17ê Tebaxa 2026an) demjimêr 00:28an, 2 dronên bombebarkirî yên "Hedîd-110" ji aliyê sînorê Îranê ve hatine avêtin.
Dijîterorê da zanîn ku dron berdane baregeha Ofîsa Taybet a Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û cihê mayînê yê Berpirsê Ajansa Parastinê yên li navçeya Pîrmamê ya Hewlêrê.
Her wiha hat diyarkirin ku di êrişê de zererên canî çênebûne.
Dijîterorê di daxuyaniya xwe de ev êriş şermezar kirin û got:
"Em van êriş û destdirêjiyan bi tundî şermezar dikin û bi ti awayî nayên qebûlkirin, hemû berpirsyariya encaman jî di stûyê encamderan de ye."
Hedîd-110
Hedîd-110 drona Îranê ya herî bilez e, leza wê di demjimêrekê de digihîje 510 kîlometreyan û motora wê ji cureyê turboyê ye.
Ev dron dikare heta 9 kîlometreyan bilind bibe û demjimêrekê bifire û 350 kîlometreyan dûr here.
Her wiha, dikare 30 kîlogram teqemenî hilgire.
Dron ji bo wê hatiye çêkirin ku beriya pergalên parastina asmanî wê bibînin, bi lez û bez asmanê aliyê beramber derbas bike.
Ev cureyê dronê ji bo armanckirina radar, pêgehên hestyar, navendên fermandariyê û binesaziyên girîng hatiye çêkirin.
Cara yekem di Adara 2026an de di şerê li dijî Îsraîl û Amerîkayê de ji aliyê Supaya Pasdaran a Îranê ve hat bikaranîn.
Îranê bi awayekî fermî nirxê wê eşkere nekiriye lê tê texmînkirin ku nirxê wê di navbera 20 hezar û 50 hezar dolarî de ye.



