HELEB - Heta niha şêniyên her du taxên Kurdan mazot wernegirtiye

12-11-2023
RÛDAW
Nîşan Heleb Şêxmeqsûd Eşrefiye Mazot
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Ji ber dorpêçê ser her du taxên Kurdan ên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê, şêniyên wam heta niha jî para xwe ya mazota germkirinê wernegirtiye.

Li Rojavayê Kurdistanê û navçeyên di bin kontrola Rêveberiya Xweser de belavkirina mazotê dest pê kir.

Îsal ji ber êrişên Tirkiyeyê yên li dijî binesaziya Rojavayê Kurdistanê mazot hinekî dereng gihişt malbatan.

Rêveberiya Giştî ya Sotmeniyê ya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ji bo her malbatekê 300 lître mazot diyar kiribû.

Bihaya her lîtreyekê jî wekî 325 lîreyê Sûrî hatibû diyarkirin.

Lê her malbateke li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê 100 lîtreyî wedigire û her lîtreyek jî bi bihayê 550 lîreyên Sûrî ye.

Komîteya Sotemeniyê ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê diyar dike ku hikûmeta Sûriyeyê her du tax dorpêç kirine û nahêle tankerên mazotê derbasî wan taxan bibin.

Herwiha li bazara reş jî her lîtreyek bi 17 hezar lîreyên Sûrî tê firotin û gelek kes ji ber nebûna mazotê berê xwe didin bazara reş.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst