Ji bo 6 bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya baranê: Dibe ku lehî rabe

12-09-2023
Nîşan Baran Lehî Hişyarî Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê, îro ji bo 6 bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya barana gur da.

Saziya Keşnasiyê ragihand ku dê îro li bajarên Bêdlîs, Agirî, Îdir, Qers, Wan û Erziromê yên Bakurê Kurdistanê baraneke gur bibare.

Saziya Keşnasiyê herwiha da zanîn ku dê li Çewlîg, Colemêrg û Şirnexê jî baran bibare.

Dibe ku lehî rabe

Saziya Keşnasiyê hişyarî da welatiyên ku li wan bajaran dijîn, da ku ji bo egera lehî, ba, bahoz û pirsgirêkên trafîkê baldar bin û tedbîrên pêwîst wergirin.

Li bajarên wekî Amed, Riha, Mêrdîn û Êlihê yên Bakurê Kurdistanê jî pileyên germê di asta demsalê de ne.

Li aliyê din, dê li bajarên Edene, Osmaniye û Hatayê yên Tirkiyeyê jî baraneke gur bibare.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst