‘Em dê hespên Kurdî li cihanê bidin nasîn'

12-06-2024
RÛDAW
Nîşan Festîvala Navdewletî ya Hespên Kurdî Kirmaşan Rojhilatê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Parêzgarê Kirmaşanê Mihmed Teyb Sehrayî diyar kir ku ew hewl didin hespên Kurdî li seranserê cîhanê jî werin naskirin.

Mihemed Teyb Sehrayî îro da zanîn ku dema parêzgarên Herêma Kurdistanê hatine parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê wan behsa hespên Kurdî kiriye.

Li gorî gotina Mihemed Teyb, wan di civînên xwe de behsa wê yekê kiriye ku dê hespên Kurdî li cihanê jî bi awayekî fermî tomar bikin.

Parêzgar Mihmed Teyb Sehrayî di berdewamiya axaftina xwe de jî da zanîn ku nasandina hespên Kurdî a li cihanê ne karekî rûtîn e û wiha axivî:

“Tomarkirina hespên Kurdî li hemû cihanê bi tenê ne merasîmeke resmî ye. Piştî wê dê festîval û merasîmên navneteweyî yên hespên Kurdî bên lidarxistin.

Eger hespên Kurdî li cihanê werin nasandin dê zêdetir 30 cureyên kar ên sûdbexş jî bên peydakirin.”

Hespên Kurdî li Kirmaşanê tê xwedîkirin lê li bajarên Sine, Urmiye û Loristanê û hinek parêzgehên din ên Îranê jî hene.

Taybetiyên hespên Kurdî

Hespên resen ê Kurdî li Îranê hatine tomarkirin û hewl tê dayîn ew li cihanê jî werin tomarkirin.

Sala borî ji bo nasandina hespên Kurdî li Kirmaşan û Silêmaniyê festîvalên Hespên Kurdî hatin lidarxistin.

Li gorî lêkolînên dîrokî, hespên Kurdî yek ji hespên herî resen, zîrek û bihêz in û 3 cureyên hespên Kurdî hene.

Hespên Kurdî bi hêz in û di gelek karên giran de dixebitin û wekî hespên şeran jî tê zanîn.

Navên cureyên hespên Kurdî jî wiha ne: Caf, Efşarî û Sencawî.

Hespên Kurdî li Kurdistanê û li çend herêmên din ên cihanê tên xwedîkirin.

Hespên Kurdî, bi mil, çav, terî û simên xwe ji hespên din tê cudakirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst