Şewatên li zeviyên Rojava bi milyonan dolar zirar gihandiye welatiyan

12-06-2019
Xalid Cemîl Mihemed
Li Rojavayê Kurdistanê agir tirseke mezin jî xistiye dilê welatiyan
Li Rojavayê Kurdistanê agir tirseke mezin jî xistiye dilê welatiyan
Nîşan Şewat Rojavayê Kurdistanê Zirar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Rojavayê Kurdistanê agir ne tenê ziyana darayî gihandiye xelkê, lê belê tirseke mezin xistiye dilê wan û metirsî li ser jiyana wan jî çêbûye. Gelek kesan ziyan dîtin, cotkarên xwediyên zeviyên çandiniyê, karmendên çandiniyê, xwediyên batozan, kamyonên çiwalên ceh û genim, xwediyên pez û sewalan û tevgera bazarê jî, her kesî.

 

Li gorî zanyariyên ku heta niha hatine bidestxistin, tenê li navçeya Tirbe Spiyê zeviyên bêhtirî 29 gundan şewitîne, ew jî nêzîkî 100 hezar donim tê texmînkirin.

 

Di dîmenên ku ji Rojavayê Kurdistanê hatine de bi hawar û gaziyeke tirsnak û dilekî bişewat, bavek ji Cizîra Rojavayê Kurdistanê, bang li zarokên xwe dike ku zû xwe ji xezeba agirê dijwar rizgar bikin.

 

Hevdem bayê xurt, bi agirê bêserûber re alîkar e û simbilên zer û zêrîn, bi bê dilovanî, daye ber guveguva xwe.

 

Di dîmenan de li cihekî din, girî û hawara dayik, keç û zarokekê heye, ku nema dizanin çawa xwe ji êrîşa vê dojeha nêzîkî biparêzin, ku ji hemû aliyan ve, gund xistiye jêr dorpêçeke tund û metirsîdar.

 

Berfirehbûna şewatên zeviyên çandiniyê, yên ceh û genim, li Rojavayê Kurdistanê, ziyan bi milyonan dolaran gihandiye cotkarên wê herêmê.

 

Navçeyek ji Rojavayê Kurdistanê, ji Efrîn, Kobanî û Cizîrê, bi ser hejarî û zehmetiyan de, ji ziyanên agir û şewatan, rizgar nebûye.

 

Ji bilî cotkaran, ziyan gihiştiye çend qad û çînên din, weke karmendên kerta çandiniyê, xwediyên batozan, barhilgir, xwediyên pez û sewalan, ku di wê çarçoveyê de, êşeke mezin dîtine.

 

Rêveberiya Xweser ragihandiye ku ew lêkolînê di vê rewşê de dikin, lê heta niha ne wê, ne jî Hikûmeta Sûriyê, bi fermî, ti agahî derbarê egera qerebûkirina ziyandîtiyan ranegihandiye.

 

Li gorî zanyariyên ku heta niha hatine bidestxistin, tenê li Tirbe Spiyê zeviyên bêhtir ji 29 gundan şewitîne, ku bi nêzîkî 100 hezar donimî hatiye texmînkirin.

 

Di nav de, zeviyên 18 gundan bi tevayî şewitîne, ji wan jî, gundên: Ale Reşê, Gir Şêran, Xezna, Hasûdê, Himara, Xirbet Bîr, Sihil û gelek gundên din.

 

Hevdem şewat gihişte çend gundên Dêrikê. Peyamnêra Rûdawê ji nav wan navçeyan, ragihandiye ku bêhtir ji 60 bûyerên şewatê li Cizîra Rojavayê Kurdistanê rû da û nîşan bi wê yekê da ku li gorî texmînên kesên şareza û abûrînas, bi 3 milyar û 937 milyon lîreyên sûrî, ziyan gihiştiye cotkaran.

 

Hevterîpî navçeyên Tirbe Spiyê, yek ji şewatên herî mezin, li zeviyên derdora Rêya Navdewletî bû, di navbera Hesekê û Qamişlo de.

 

Heta êvara Sêşemê jî, agir bi zeviyên 4 gundên din ên Rîhaniyê, Til Koçer, Şermox û Til Hemîs ket, ku bi hezaran donim zevî ketin ber şewatê. Hevdem li nahiyeya Amûdê, agir bi zeviyên gundê Birîva ket.

 

Trajedyaya şewata zeviyên welatiyên Rojavayê Kurdistanê berdewam e, lê beşe kî mezin ji wan hêvî dikin ku careke din û di mûsimên bê de, keskayî wê reşbûna şewat û xweliyê veşêre.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst