Kurdistan

Tîmên tenduristiyê birîndar rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê/Wêne: Arşîv
prev
next
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Şemrexê ya parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê di qezayeke trafîkê de 7 kes birîndar bûn.
Li nêzikî gundê Xanika Sor ê navçeya Şemrexê ya Mêrdînê li ser rêya sereke ya Mêrdîn-Amedê minûbûseke rêwiyan û kamyonetek li hev qelibîn.
Di encama qezayê de 7 kes birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê cendirme û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê birîndar rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse