Parêzgariya Kerkûkê ket destê Kurdan: Tirkmen û Ereban çi got?

11-08-2024
Peykerê Pêşmerge yê li Kerkûkê / Wêne: Rûdaw
Peykerê Pêşmerge yê li Kerkûkê / Wêne: Rûdaw
Nîşan Kerkûk YNK Rêbiwar Taha Parêzgar Tirkmen Ereb
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Piştî ku endamê YNKyê Rêbiwar Taha bû Parêzgarê Kerkûkê Tirkmen û Ereban helwesta xwe nîşan da.

Piştî hilbijartinan bi 8 mehan Parêzgar û Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê hatin hilbijartin.

Encûmena Parêzgeha Kerkûkê doh bi şev li Bexdayê li Otela Rêşîdê bi beşdariya 9 endamên encûmenê civiya.

5 endamên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), endamekî Xiristiyanan û 3 endamên Ereb beşdarî civînê bûn.

Di vê civînê de Endamê Encûme Parêzgeriya Kerkûkê yê YNKyê Rêbiwar Taha bû parêzgarê nû yê Kerkûkê.

Helwesta Eniya Tirkmenan

Eniya Tirkmenan a Îraqê diyar kir ku ew hilbijartin ne hiqûqî ye û ew dê gilî bikin.

Eniya Tirkmenan a Îraqê piştî diyarbûna parêzgarê nû daxuyaniyek da û got:

“Pirsgirêka Kerkûkê bi belavkirina kursî û postan nayê çareserkirin.

Tiştê ku hatiye kirin li derveyî ruhê lihevkirina civakî û pêkhateyan e.

Kes nikare Tirkmenan piştguh bike, em beşdarî civîne nebûn û kesî em temsîl nekirin.”

Serokê Eniya Tirkmenan a Îraqê Hesen Turan jî doh li Kerkûkê daxuyaniyek da ragihandinê.

Hesen Turan got ku Tirkmen li derveyî civînê mane û got:

“Birêveberiya nû bêyî beşdariya hemû aliyan hatiye diyarkirin û ev binpêkirineke eşkere ye.”

Hesen Turan amaje pê kir ku “Tirkmen pekhateyeke sereke ya Kerkûkê ne” û got:

“Kes ji me li wê derê nebû û li wê civînê Tirkmen nehatin temsîlkirin.”

Serokê Eniya Tirkmenan diyar kir ku civîn ne hiqûqî ye û berdewam kir:

“Li Kerkûkê ewlehî heye lê çima civîn li Kerkûkê nehat kirin?

Li Diyaleyê rewş cuda bû. Li wê derê pirsgirêkên ewlehiyê hebûn û civîn ji neçaraî li Bexdayê hat kirin.

Ji bo mafên Tirkmenan û gelên Kerkûkê bên vegerandin em dê serî li dadgehên Îraqê bidin ku em ji edaleta wan piştrast in.”

Rakan Cibûrî: Xiyanet li Ereban hat kirin

Parêzgarê berê yê Kerkûkê Rakan Cibûriyê ku hatibû tayînkirin jî bertek nîşanî civîna li Bexdayê da.

Rakan Cibûrî bi rêya torên civakî vîdeoyek belav kir got ku “civîna li Bexdayê ne hiqûqî ye û xiyanet li Ereban hatiye kirin.”

Cibûrî angaşt kir Ereb hatine piştguhkirin û got ku ew dê serî li rêyên hiqûqî bidin.

Divê were gotin ku 3 endamên Ereb jî beşdarî civîna li Bexdayê bûbûn.

Cibûrî bertekeke tund nîşanî wan jî da û wiha got:

“Wan xiyanet li neteweya xwe kir. Wan ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî kuştina xelkê xwe û talankirina gundên xwe ji bîr kir.”

Rakan Cibûrî di dawiya daxuyaniya xwe de jî îdia kir ku civîn ne hiqûqî ye û li pey çû:

“Wan xeber neda me, civîn li derveyî Kerkûkê hat kirin lê ti asteng nebûn ku li Kerkûkê bê kirin.

Nûnerên koalîsyonê yên Ereb hatin piştguhkirin û em dê ji bo mafên xwe serî li hemû tedbîrên hiqûqî bidin.”

Divê were gotin ku Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm piştî referandûma serxwebûna Başûrê Kurdistanê ji karê xwe hatibû dûrxistin û Serokwezîrê Îraqê li şûna wî Rakan Cibûrî tayîn kiribû.

Bafil Talebanî: Em dê siyaseta Mam Celal bişopînin

Li hêla din, Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî jî xelkê Kerkûkê pîroz kir û got ku ew dê li Kerkûkê siyaseta Mam Celal bişopînin.

Hilbijartinên Kerkûkê

Piştî sala 2005an cara ewil 18ê Kanûna Pêşîna 2023yan li Kerkûkê hilbijartinên encûmenên parêzgehan hatin kirin.

Encûmena Kerkûkê tevî kursiyê ku kotaya Xiristiyanan e ji 16 kursiyan pêk tê.

Kurd li Kerkûkê bi 5 lîsteyên cuda beşdarî hilbijartinan bûn, YNKyê 5 û PDKyê 2 kursî standin.

Li gorî encaman, kursiyên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê wiha belav dibin:

Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK): 5 kursî

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK): 2 kursî

Eniya Tirkmenî: 2 kursî

Qiyade: 2 kursî

Hevpeymaniya Erebî: 3 kursî

Urube: Kursiyek

Parêzgariya Kerkûkê ji 2005an heta 2017an di destê YNKyê de bû.

Piştî referandûma serxwebûna Başûrê Kurdistanê, hêzên Îraqê ketin Kerkûkê û parêzgariya bajêr jî ji destê Kurdan çû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst