Sûlava Gundê Sornayê bala geştyarn dikişîne

11-07-2022
Yûsif Mûsa
Sûlava Sornayê 40 kîlometran dikeve rojhilatê Zaxoyê û salane nêzîkî 80 hezar geştyar serdana wê dikin.
Sûlava Sornayê 40 kîlometran dikeve rojhilatê Zaxoyê û salane nêzîkî 80 hezar geştyar serdana wê dikin.
A+ A-

Zaxo (Rûdaw) - Li Îdareya Serbixwe ya Zaxo  hinek cihên geştiyê hene ku bala geştiyaran kişandine ser xwe. Yek ji wan cihan jî  sûlava li Gundê Soryanê ye.

Li Gundê Sornayê xelkê wî gundî berî 5 salan ciheke geştyarî bi xwe çê kirine û niha ew cih bûye cihekî baş û xweş bo geştiyaran û li gorî ya ku tê gotin, her sal bi qasî 80 hezar geştyaran li xwe  kom dike.

 Dîmenên bedew ên sûlva Gundê Sornayê û aveke zelal û sar ji bo  geştiyarên ku ji başur û naverasta Iraqê gelekî balkêş dibe.

Seca Îsam û malbata xwe gera xwe ji bo geşta pênc rojî çûne Zaxoyê.

Geştuar Seca Îsam dibêje: “Bi rastî ev der pir xweş e, ez dikarim bibêjim cihê herî xweş li Zaxoyê ye. Me demeke xweş derbas kir.”

Geştyar Leyla Casim jî got: “Ez li Bexdayê dijîm û ji bo geştê hatim vir. Em hatine ku van dîmenên xwezayî yên xweşik bibînin. Em daran, keskayiyê û gavênr bêhempa dibînin.”

Sûlav berî pênc salan ji aliyê xelkê Sornayê ve hate çêkirin û li wê derê cihên melevaniyê û bêhnvedanê hatine çêkirin.

Xwediyê seyrangehê Diyar Seîd jî got: “Ev ava kaniyê ye, me ji du kîlometran av vekişiyan vê derê. Me li havîngehê  60 hezar heta 70 hezar dolar xerc kir.”

Xelkê Gundê Sornayê Selah Sedîq jî got: “Ji Mûsil, Bexda, Nasrîye telefonê me dikin heta ku cih bidest bixin.”

Sûlava Sornayê 40 kîlometran dikeve rojhilatê Zaxoyê û salane nêzîkî 80 hezar geştyar serdana wê dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst