Nasnameya du gerîlayan hat eşkerekirin

11-06-2024
Nîşan HPG Nasname Gerîla
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Parastina Gel (HPG) nasnameya du gerîlayan eşkere kir ku li Xakurkê canê xwe ji dest daye.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGyê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku gerîlayên bi nasnavên Avînar Merîvan û Rûken Spêrtî 6ê Nîsana 2018an li Xakurkê canê xwe ji dest daye.

Li gorî daxuyaniyê, nasnameyên her du gerîlayan bi vî rengî ne:

Avînar Merîvan: Navê wê yê fermî Rozan Vîldan Kizmaz e û ew Ameda Bakurê Kurdistanê ye.

Rûken Spêrtî: Navê wê yê fermî Fatma Koyuncu ye û ew ji Şirnexa Bakurê Kurdistanê ye.

HPGyê diyar kir Avînar Merîvan û Rûken Spêrtî sala 2012an tevî refên gerîlayan bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst