PDK ser mijarên makezagon û serokatiyê dicive

11-04-2015
OMER ŞAYAN
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw) - Tê çaverêkirin encûmena serkirdayetiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) sibê bicive û helwesta partiya xwe derbarê pirsa makezagon û serokatiya Herêma Kurdistanê de yekalî bike.

 

Endamê Encûmena Serkirdayetiya PDKê Elî Hisên ji Rûdawê re diyar kir civîna sibê civîneke asayî ye ku her 3 mehan carekê tê li dar xistin, lê ew civîn di qonaxeke girîng de ye ji ber niha pirsa makezagon û serokayetiya Herêma Kurdistanê di rojevê de ye.

 

Elî Hisên ku berpirsê şaxê Partî li Hewlêrê ye got, dê helwesteke serkirdayetiya partiya wan ya yekgirtî hebe ji bo vê qonaxê, ji ber dibe ku nêrînîn cuda di nava serkirdayetiya PDK de hebin û piştî civînê dê helwesta partiyê diyar bibe.

 

Elî Hisên da zanîn ku helwest û raya PDKê dê sibê di daxuyaniya encûmena serkridayetiyê de li ser wan pirsan bê ragihandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst