Li Îlamê mayîn teqiya: Mirî û birîndar hene

11-01-2024
Nîşan Îlam Sînor Îraq Îran Mayîn Teqîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Îlamê ya Rojhilatê Kurdistanê, li ser sînorên Îran û Îraqê mayînek teqiya.

Di vê teqînê de kesekî cane xwe ji dest da, çar kes jî birîndar bûn û birînên her çaran jî xedar in.

Qaymeqamê Mîhranê Elî Ebas Şefiî ragihand ku teqînê êvara çarşemê (doh) sê kîlomtreyan di nav axa Îranê de rû daye.

Li gorî daxuyaniya Elî Ebas Şefiî, ev kes ji welatekî cîran in û wan xwestiye di tarîtiya êvarê de derbasî Îraqê bibin.

“Van kesan guh nedaye hişyariyan”

 Qaymeqamê Mîhranê Elî Ebas Şefiî bi vî awayî behsa bûyerê kir:

“Mixabin van kesan guh nedaye hişyariyên nobedarên sînor û derbasî nav axa Îraqê bûne.

Lê ji ber ku herêmê nas nakin bi şaşîtî diçine nav zeviyeke mayînan a di nav axa Îranê de.

Sê kîlometreyan di nav sînorê Îranê de mayîn bi wan de diteqe. Kesek dimire û çar kes ji bi giranî birîndar dibin.”

Elî Ebas Şefiî herwiha da zanîn ku piştî hevahengiya bi aliyê Îraqê re tîmên rizgarkirinê çûne cihê bûyerê û wan termê kesê mirî û her çar birîndar veguhastine Nexweşxaneya Mîhranê.

Li aliyê din, Revebirê Heyva Sor a Îlamê Xulamreza Elî Mihemedî destnîşan kir ku teqînê li nav axa Îraqê rû daye.

Xulamreza Elî Mihemedî herwiha da zanîn ku wan alîkarî ji tîmên bêbondorkirina mayînan xwestiye û piştî bûyerê bi pênc saetan bi alîkariya hêzên sînorî yên Îranê gihiştine cihê bûyerê.

Li gorî ahagiyan, ji ber ku birînên wan giran in her çar birîndar ji Nexweşxaneya Mîhranê veguhastine Nexweşxaneya Îlamê û li wê derê tên tedawîkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst