Ofîsa el-Partî li Tirbespiyê hat şewitandin

10-11-2013
RÛDAW
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw)- Ofîsa Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (el-Partî) li bajarokê Tirbespiyê yê ku nêzîkî 25 km li rojhilatê bajarê Qamişlo dikeve, hat şewitandin.

Berpirsê ragihandina rêxistina el-Partî li bajarokê Tirbespiyê D. Qasim Hesen di daxuyaniyekê de ku li ser rûpela xwe ya Facebookê belav kiriye, ragihand ku ofîsa wan şeva borî ji aliyê kesên nenas ve hat şewitandin.

Di daxuyaniyê de wiha hatiye diyarkirin: “Duh di saet 12ê şevê de, aliyekî nenas agir berda ofîsa me û bi temamî hat şewitandin. Di ofîsa me di zêdetirî 500 şagirtên zimanê kurdî û zêdetirî 100 şagirtên zimanê ingilîzî tên fêrkirin“.

Berpirsê ragihandina el-Partî li Tirbespiyê ew kar şermezar kir û got “Armanca van karan ewe ku fitneyê di nava Kurdan de vêxe.”

Ev ne cara yekê ye, ofîsên el-Partî ku yek ji partiyên Yekîtiya Siyasî û endama Encumena Niştimanî ya Kurd e, li Rojavayê tên şewitandin.

Di bûyerên 27ê hezîranê li bajarê Amûdê de, ofîsên el-Partî û çend partiyên din li Amûdê û Qamişlo hatibûn şewitandin. Wê demê el-Partî alîgirtên PYDê bi şewitandina ofîsên wan tomebar kiribû.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst