Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber êrişên Tirkiyeyê, li Rojavayê Kurdistanê bêhtir ji 8 hezar û 400 xwendekarî nikarin herin dibistanan.
Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser ragihand ku ji ber topbaran û bombebaranên Tirkiyeyê, 8 hezar û 458 xwendekar ji xwendinê bê par mane.
Li Cizîrê 31 dibistan hatin bombebarankirin
Li gorî ragihandina Desteya Perwerdeyê, li Cizîrê 31 dibistan hatin bombebarankirin, di encamê de derfet ji xwendekar û mamosteyan re nema ku herin dibistanan.
Li Cizîra Rojavayê Kurdistanê 4 hezar û 39 xwendekar nikarin herin dibistanê.
Li aliyê din, li Herêma Feratê 5 dibistan hatin bombebarankirin, di encamê de hezar xwendekar ji xwendinê bê par man.
Li Şehbayê jî 6 dibistan hatin bombebarankirin û 919 xwendekar nikarin herin dibistanên xwe.
Li Minbicê 6 dibistan hatin bombebarankirin û ji ber van êrişan 2 hezar û 500 xwendekar nikarin xwendina xwe bidomînin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse