The Jerusalem Post: Êrişa Îranê ya li Koye peyamek e ji bo Amerîka, Erebistan û Îsraîlê

10-09-2018
RÛDAW
Nîşan The Jerusalem Post Êriş Îran Amerîka Erebistan Îsraîlê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Rojnameya "The Jerusalem Post" a Îsraîlê li ser êrişa mûşekî ya Îranê ya ser baregehên Partiya Demokrat a Kurdistanê (HDK) û Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) ya li Koyeyê mijarek belav kiriye û dibêje ku divê ev bombebaran di çarçoveya wêneyeke mezin a gefên mûşekên Îranê yên li seranserê herêmê were dîtin.

 

Di nivîsa rojnameya The Jerusalem Post de hatiye diyarkirin ku di nav sala derbasbûyî de mûşekên Îranê û komên ser bi Îranê ji şiyana şêwirmendên teknîkî yên Îranê sûd wergirtine û ji Yemenê bombebarana Erebistana Siûdî, ji Sûriyê bombebarana Îsralê kiriye. Ew êrişa ku di ronahiya rojê de Supaya Pasdaran ser baregehên HDK û PDKÎ li Koyeyê encam da, peyamek e ji bo herêmê, ku dikare her karî bike, ne tenê li Iraqê, herwiha li seranserê Rojhilata Navîn.

 

The Jerusalem Post herwiha dibêje ku li herêmê sîstema dije-mûşek a hevpeymaniyên Amerîkayê li herêmê ji bo rûbirûbûna gefên Îranê heye. Hejmarek sîstemên dije-mûşek ên Îsraîlê hene, li Erebistana Siûdî sîstema patroît heye ku ji bo teqandina mûşekên Husiyên Yemenê têne bikaranîn. Ji ber vê yekê Îran biryar da mûşekên xwe bi vê cureyê biceribîne ku grûpên Kurdên bêbergirî yên li Herêma Kurdistanê bike armanc.

 

Ev di demekê de ye ku roja 08-09-2018an baregehên HDK û PDKÎ li navçeya Koye ya Hewlêrê ji aliyê Îranê ve hat bombebarankirin. Di encama êrişê de 17 kesan jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 46 kes jî birîndar bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst