Mihemed Hacî Mehmûd: Li Kerkûkê ti post nedane min

10-07-2014
OMER ŞAYAN
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Sekreterê Partiya Sosyalîsta Demokrat a Kurdistanê Mihemed Hacî Mehmûd ku ligel çend pêşmergeyên xwe li Kerkûkê bi cih bûye, red kir ku li Kerkûkê ti postek wergirtibe.

Roja 26.06.2014, serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî serdana bajarê Kerkûkê kir. Li wir planeke qayîm a eskerî û ewlekarî ji bo parastina Kerkûkê hate danîn û birêvebirina wê planê jî kete stûyê Mihemed Hacî Mehmûd. Lê navborî got: “Bi rastî haya min qet ji wê postê nîne ku dane min, wê rojê jî di civînê de cenabê kak Mesûd Barzanî behsa wê pirsê kir, lê min li ser wê pirsê tiştek negotiye û ez tenê wek pêşmergeyekî hatime sînorên Kerkûkê û wan deveran biparêzim.”

Sekreterê Partiya Sosyalîst a Demokrat a Kurdistanê bi amajekirina ku vêga ti posteke wî li Kerkûkê nîne, got: “Ez ne ji bo postan hatime, carên berê jî ez wek pêşmergeyekî hatibûm û her wek pêşmergeyekî jî li wê navçeyê mame û dimînim ji bo parastina Kerkûkê.”

Mihemed Hacî Mehmûd qala hevahengiya navbera PDK û YNK li Kerkûkê kir û got: “Qasî ku min dîtiye hevahengî heye, dibe ku kêşeyên piçûk hebin, lê hevahengî heye. Gava min serdana bereyan kir, hêzên hevbeş ji pêşmergeyên PDK û YNK pêk hatine.”

Derbarê komên çekdar ên Şîa de ku vêga li Kerkûkê dirust bûne, got: “Bi nerîna me hemû tişt divê di çarçoveya hêzên pêşmergeyên Kurdistanê de bê kirin. Çiku ew navçe vêga li jêr çavdêrî û desthilata pêşmerge de ye û parastina hemû pêkhateyên kurd, ereb, sunî, şîî û mesîhî di stûyê pêşmergeyan de ye.”

Niha ji her demeke din bêhtir qala serxwebûna Kurdistanê û referendumê ji bo yekalîkirina çarenûsa navçeyên cihê nakokiyê tê kirin. Mihemed Hacî Mehmûd got: “Referendum bê kirin da ku bê xuyakirin ku kurd dixwazin bi Iraqê re bimînin yan cuda bibin, ne ku tenê referendum li ser wê yekê bê kirin ku Kerkûk vegere yan venegere. Kerkûk vêga vegeriyaye û di aliyê eskerî û îdarî de di destê kurdan de ye.”

Bi gotina sekreterê Partiya Sosyalîst a Demokrat a Kurdistanê: “Madeya 140 li ser kêşeya axê bû ligel Iraqê û ji bo vegerandina navçeyên Kurdistanî bû ji bo hembêza Herêma Kurdistanê, vêga beşekî zêde ji wê axê ku tenê dora ji sedî 15 maye, hatiye vegerandin.”

Bi dîtina sekreterê Partiya Sosyalîst a Demokrat a Kurdistanê Mihemed Hacî Mehmûd: “Ew navçe navçeyên Kurdistanî ne û êdî pêwîst nake ji niha bi şûn de em qala madeya 140 bikin, yan em bi navê navçeyên veqetandî û li derveyî îdareya herêmê û yan her têgeheke din bi nav bikin, lê vêga divê em ji wan navçeyan re bêjin navçeyên azadkirî yên Kurdistanê.”

Baştirîn çareser ji bo rewşa niha ya Kurdistanê bi baweriya Mihemed Hacî Mehmûd konfederalî ye: “Ji bo vê qonaxê dibe ku hêsantir û nermtir be û zûtir bê qebûlkirin.”                                                            

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst