Di teqîna Tirbespiyê de hemwelatiyek hat kuştin

10-05-2014
RÛDAW
A+ A-

Tirbespî (Rûdaw)- Rêveberiya giştî ya asayişa ku bi ser Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ve tê naskirin, derbarê teqîna ku şeva borî li bajarokê Tirbespiyê çêbûye de ragihand ku teqîn di rêya motorekî bombekirî re bû.

Şev borî teqînek di nav mala endamekî Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê (PDK-S) bi navê Lewend Hisên li Tirbespiyê de çêbû.

Derbarê bûyerê de, rêveberiya asayişê îro daxuyaniyek derxist û tê de got ku “Şeva borî dora saet 10.30 bi dema Rojavayê Kurdistanê, motorekî bomberkirî di nav maleke li taxa el-Sewre li Tirbespiyê de teqiya û di encam de hemwelatiyekî bi navê Remezan Mihemed Hesen jiyana xwe ji dest da”.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku “komîteyên taybet lêkolînê derbarê bûyerê de dikin û dê encaman ji raya giştî re rabigihînin”.

Lewend Hisên derbarê teqînê de li ser rûpela xwe ya Facebookê nivîsandibû ku “kesekî xwekuj di nava mala wî de li Tirbespiyê xwe teqand û di encam de mal bi temamî wêran bû”.

Lewend Hisên ku ev nêzîkî salekê ye li Almanyayê dijî, got ku “birayê wî termê kesekî di nav malê de dîtiye û dibe ku ya wî kesê xwekuj be”.

Hisên herwiha ku “malbata ku bi kirê di malê de ye, di dema teqînê de ne di nav malê de bûn”.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst