کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
CÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Mezlûm Ebdî û Ehmed Şer

Mezlûm Ebdî û Ehmed Şer

Kurdistan

HSD û hikûmeta Sûriyeyê li hev kir

RÛDAW

RÛDAW

10-03-2025
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
RÛDAW
RÛDAW10-03-2025

Nûçeyên Têkildar

Demîrtaş li ser Ocalan û pêvajoyê daxuyaniyek da
Kurdistan03-11-2026

Demîrtaş li ser Ocalan û pêvajoyê daxuyaniyek da

Vegera koçberên Serê Kaniyê dest pê dike: Karwanên 7em û 8em bi rê dikevin
Kurdistan03-11-2026

Vegera koçberên Serê Kaniyê dest pê dike: Karwanên 7em û 8em bi rê dikevin

Li Sêrtê 7 kes ji ber kivarkan bi jehrê ketin
Kurdistan03-11-2026

Li Sêrtê 7 kes ji ber kivarkan bi jehrê ketin

Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hikûmeta Sûriyeyê li hev kir ku HSD dê bibe beşek ewlehiya Sûriyeyê.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk  (HSD) Mezlûm Ebdî û Serokkomarê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer peyamek îmze kir.

HSD dê li gorî peymanê, bibe beşek ji saziya ewlehiyê ya dewleta Sûriyeyê.

Naveroka peymanê wiha ye:

“Li ser bingeha hevdîtina navbera Birêz Serokkoma Ehmed Şer û Birêz Mezlûm Ebdî, 10 Adara 2025an  roja Duşemê, li ser van xalên jêrîn li hevkirin çêbû

1-Garantîkirina mafê hemû Sûriyeyiyan di nûnertî û beşdariyê di pêvajoya siyasî de û di hemû saziyên dewletê de li gorî pisportiyê bêyî ku girêdana wan a olî û etnîkî di ber çavan re were derbaskirin.

2- Civaka Kurdan di dewleta Sûriyeyê de civakeke resen e û dewleta Sûriyeyê mafê wan ê hevwelatîbûn û hemû mafên wan ên destûrî misoger dike.

3- Agirbesta li seranserê axa Sûriyeyê.

4- Tevlîkirina hemû saziyên sivîl û leşkerî yên li bakurrojhilatê Sûriyeyê di çarçoveya birêveberiya dewleta Sûriyeyê de, di nav de deriyên sînorî, firokexane, zeviyên petrol û gazê.

5- Garantîkirina vegera hemû koçberên Sûriyeyî ku biçin gund û bajarên xwe û parastina wan ji aliyê dewletê ve.

6- Piştgiriya dewleta Sûriyeyê di rûbirûbûna bermayiyên Esed û hemû wan gefên ku ewlehî û yekparçeyiya axa wê tehdît dikin.

7- Redkirina daxwazên parçekirin û helwestên kîndarî û hewldanên derxistina tevliheviyan di navbera pêkhateyên civaka Sûriyeyê de.

8- Komîteyên birêvebirinê dê kar ikin û hewl didin ku peyman were bicihkirin bi rengekî ku heta dawiya vê salê derbas neke.”

Pirsên