Hewlêr (Rûdaw) - Di çarçoveya Peymana 29ê Kanûna Paşîn a li gel hikûmeta Sûriyeyê de, pêvajoya vegera koçberan a Serê Kaniyê ji nû ve dest pê dike.
Karwanê 7em 4ê Çiriya Paşîn (çarşem) û karwanê 8em jî 5ê Çiriya Paşîn (pêncşem) dê ber bi gundên Serê Kaniyê, Til Temir û Zirganê ve bi rê bikevin.
Ew koçberên ku li kampên parêzgeha Hisîçayê dimînin, dê di nav her du karwanan de cih bigirin. Her wiha tê çaverêkirin ku di her karwanekî de zêdetirî 800 malbat hebin.
Pêvajoya vegerê hatibû rawestandin
Vegera ji bo Serê Kaniyê 10ê Tebaxê dest pê kiribû lê piştî êrişa 26ê Çiriya Pêşîn a li ser koçberên Girê Spî hat rawestandin.
Ji ber vê yekê, çûna karwanê 7em ê ku dihat payîn hefteya borî biçe Serê Kaniyê, hat bipaşxistin.
Heta niha di 6 karwanên cuda de nêzîkî 3 hezar malbat vegeriyane Serê Kaniyê lê ev karwan jî car caran rastî êrişan hatin.
Rewşa koçberan û peymana vegerê
Li Rojavayê Kurdistanê ji herêmên Efrîn, Şehba, Girê Spî û Serê Kaniyê nêzîkî 450 hezar kes bi zorê ji cih û warên xwe hatine derxistin.
Bi deh hezaran şêniyên Serê Kaniyê sala 2019an piştî operasyona artêşa Tirkiyeyê û komên çekdar ên Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê ji bajarê xwe koçber bûn û li bajar û kampên cuda yên Rojavayê Kurdistanê bi cih bûn.
Di xala 14an a Peymana 29ê Kanûna Paşîn de li ser vegera koçberan a ji bo bajar û gundên Serê Kaniyê, Efrîn, Girê Spî û Şêx Meqsûdê lihevkirin çêbûbû.
Li gorî agahiyan, nêzîkî 14 hezar malbatên ku ji 80 hezar kesî pêk tên ji bo vegera Serê Kaniyê navên xwe tomar kirine.
Karwanên ku heta niha vegeriyane
· Karwanê 1em: 10ê Tebaxê ji 410 malbatan pêk dihat û gihîşt herêmê lê rastî êrişê hat û hinek malbat neçar man vegerin.
· Karwanê 2em: 8ê Îlonê ji 700 malbatan (nêzîkî 7 hezar kes) pêk dihat û vegeriya 55 gundên Serê Kaniyê, Zirgan û Til Temirê.
· Karwanê 3yem: 5ê Çiriya Pêşîn ji 511 malbatan pêk dihat.
· Karwanê 4em: 8ê Çiriya Pêşîn ji 518 malbatan pêk dihat.
· Karwanê 5em: 13ê Çiriya Pêşîn ji 381 malbatan pêk dihat.
· Karwanê 6em: 21ê Çiriya Pêşîn ji 640 malbatan pêk dihat.


.jpg&w=3840&q=75)
