Li ser Çiyayê Hemrînê termên 6 çekdarên DAIŞê hatin dîtin

3 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Îraq Başûrê Kurdistanê DAIŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Beşa Ragihandinê ya Ewlehiyê ya Îraqê ragihand ku piştî ku hêzên antîterorê li rêzeçiyayê Hemrînê êrişeke asmanî li çekdarên DAIŞê kir termên 6 çekdarên DAIŞê hatin dîtin ku yek ji wan “Cîgirê Waliyê Kerkûkê yê DAIŞê” bûye.

Beşa Ragihandinê ya Ewlehiyê ya Operasyonên Hevbeş ên Îraqê li ser êrişên li dijî DAIŞê daxuyanî da.

Beşa Ragihandinê ya Ewlehiyê ya Operasyonên Hevbeş ên Îraqê ragihand:

“Bi çavdêrî û plana beşa êrişan û bi hevahengiya hêzên endazyariyê yên Fermandariya Operasyonên Kerkûkê, hêzên antîterorê piştî êrişê lêkolîna teknîkî li herêmên ku êriş lê hatibû kirin pêk anî.”

Roja 7ê mehê hatibû raghihandin ku Hêzên Asmanî yên Îraqê bi balafirên F-16 êrişî baregehên DAIŞê yên li rêzeçiyayê Hemrînê kiriye û hejmarek şkeft û baregehên DAIŞê têk biribûn.

Beşa Ragihandinê ya Ewlehiyê ragihandibû ku ew dê paşê agahiyên nû bidin.

Li gorî daxuyaniya îro, hêzên antîterorê 5 rojan li rêzeçiyayê Hemrînê man û çekdarên DAIŞê dorpêç kir ku xwe di şkeft û cihên dijwar ên çiyê de veşartibûn.

Hêz piştî bicihanîna erkê xwe bi selametî vegeriyane.

Herêmên dijwar ên rêzeçiyayê Hemrînê bûne stargeha paşmayên çekdarên DAIŞê û ji aliyê Hêzên Asmanî yên Îraqê û hevpeymanan ve tê bombebarankirin.

Dezgeha Antîteror a Îraqê ragihandibû ku piştî bombebaranê, hêzên wan bi hevahengiya Fermandariya Operasyonên Hevbeş li rêzeçiyayê Hemrînê operasyoneke lêgerîn û lêkolînê pêk aniye.

Li gorî antîterorê, hêzên wan 7 çekdarên DAIŞê kuştine, 20 cih, 3 şkeft û 5 tunel jî têk dane.

Di êrişa roja 30yê meha borî ya li ser rêzeçiyayê Hemrînê de hêzên hevpeymanan jî beşdar bûbûn û li gorî daxuyaniya Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM), di êrişê de leşkerekî hêzên hevpeymanan hatibû kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst