Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê bi hêza 5,4 pileyan erdhejek çêbû.
Li gelek bajarên derdorê jî hest bi vê erdheja bihêz hat kirin
Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku îro li navçeya Karakopruyê ya Rihayê erdhej çêbû.
Li gorî AFADê, erdhej demjimêr 10:40î çêbûye û hêza wê 5,4 pile bûye.
AFADê ragihand ku kûrahiya erdhejê 7,39 kîlometre bûye.
Li aliyê din, derbarê zererên erdhejê de heta niha ti zanyarî nehatine belavkirin.
Daxuyaniya parêzgarê Rihayê
Parêzgarê Rihayê Hasan Şildak li ser erdhejê daxuyaniyek belav kir û got:
"Li gorî lêkolîna ewil a li qadê, niha ti ziyanên canî û rûxan nînin. Derbasî be ji hemûyan re. Xebatên me yên lêgerînê yên li qadê didomin."
Wezîrê Karên Navxwe jî daxuyanî da
Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Mustafa Çîftçî ragihand ku piştî erdhejê AFAD, birêvebirên îdareya mulkî û hemû tîmên saziyên pêwendîdar li qadê dest bi lêgerînê kiriye.
Wezîr Çîftçî ji ser hesabê xwe yê Xê ev agahî dan:
"Li navçeya Karakopruyê ya parêzgeha Rihayê saet 10:40î erdhejeke bi hêza 5,4 pileyan çêbûye. Erdhej li Amed, Dîlok û Semsûrê jî hatiye hîskirin.
AFAD, birêvebirên me yên îdareya mulkî û hemû tîmên saziyên me yên pêwendîdar yekser li qadê dest bi lêgerînê kir. Em bipêşketinan dişopînin."



