Hewlêr (Rûdaw) - Li gundê Dêlziyanê yê Îdareya Serbixwe ya Soranê ya parêzgeha Hewlêrê, bi 3 dronan êrişî du xaniyên malbatên Pêşmergeyên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (HDK-Î) hat kirin.
Berpirsekî partiyê jî dibêje ku di êrişê de ti ziyanên canî çênebûne.
"3 dron hatin bikaranîn"
Endamê Desteya Kargêrî û Berpirsê Dezgeha Fermandariya Pêşmergeyên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (HDK-Î) Kawa Behramî îro li ser êrişê ji Rûdawê re got:
"Di êrişê de 3 dron hatin bikaranîn. 2 dron rasterast li du xaniyên malbatên Pêşmergeyên me yên li gundê Dêlziyanê ketin ku cîranên hev in."
Kawa Behramî derbarê ziyanên êrişê de got ku di êrişa bi dronê de tenê ziyanên madî çêbûne û "ti ziyanên canî nebûne."
Li aliyê din Serperiştiyarê Îdareya Serbixwe ya Soranê Helgurd Şêx Necîb jî Rûdawê re got, "Di êrişê de ti ziyanên canî nehatine tomarkirin."
Zêdetirî hezar mûşek û dronan hatine bikaranîn
Li gorî şopandinên Rûdawê, ji destpêka şerê li herêmê yê 28ê Sibatê û heta niha, bi zêdetirî hezar mûşek û dronan êrişî navçeyên cuda yên Herêma Kurdistanê hatiye kirin.
Di encama wan êrişan de 32 kesan canê xwe ji dest daye û 156 kesên din jî birîndar bûne.



.webp&w=3840&q=75)