Şandeyeke Bexdayê li ser pirsgirêka taxa Newrozê raporekê pêşkêşî Serokwezîrê Îraqê dike

10-01-2024
RÛDAW
Nîşan Taxa Newrozê Kerkûk Artêşa Îraqê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hefteyeke welatiyên Kurd ên niştecihên taxa Newrozê ya parêzgeha Kerkûkê ya Başûrê Kurdistanê konên grevê danîne.

Daxwaza wan a sereke derketina artêşa Îraqê ya ji taxê û mayîna niştecihên wan xaniyên ku artêşê xwestibû bi zorê dagir bike.

Endamê Komîteya Grevê Mele Ferman li ser mijarê agahî dan.

Li taxa Newrozê 122 xanî hene ku di serdema desthilata Beasê de li ser axa Kurdan hatine çêkirin.

172 malbat di wan xaniyan de dijîn ku piraniya wan Kurd in.

Artêş dibêje ew xanî milkê Wezareta Parastinê ne û divê werin valakirin.

Di heman demê de milkdariya wan xaniyan vedigere ser Wezareta Darayiyê.

Serokê Desteya Rûspiyan a Kerkûkê Osman Axa Zengene li ser mijarê axivî.

Pirsgirêk gihişte wê aste ku şandeyeke Hikûmeta Îraqê ji Bexdayê biçe konên grevê yên li Kerkûkê.

Şêwirmendê Serokwezîrê Îraqê Amir Cibûrî got:

“Bi fermana serokwezîr û bi rêya wê banga gihiştiye ofîsê, em hatine vê navçeyê da ku bizanibin çi çêbûye û daxwaza welatiyan çi ye.

Em daxwazan guhdar dikin, civînan çêdikin, dibe ku di rojên pêş de em li ser vê yekê raporekê bidin ofîsa serokwezîr.”

Di sala 2019an de artêşa Îraqê hewleke bi heman awayî ji bo valakirina xaniyan dabû lê hatibû astengkirin.

Artêşê vê carê jî navê wan malbatên di xaniyan de tomar kirine û daxwaz kiriye xaniyan vala bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst