Galeriya wêneyan

09-12-2018
12 Photos
Sertîp Osman

Şarbajêr (Rûdaw) – Ji ber bandora zêdebarîna baranê û rabûna lehiyê, metirsiya wê yekê heye ku pira li gundê Tegeran a ser bi qezaya Şarbajêr a li sînorê parêzgeha Silêmaniyê biherrife.

Pira Kanî Sard ku dikeve gundê Tegeranê, rêya zêdetir ji 40 gundên sînorê qezaya Şarbajêr bi hev ve girê dide.

Di çend rojên bihorî de ji ber rabûna lehiyê, beşek ji vê pirê herrifiye û metirsî heye, ku ev pir bi temamî biherrife û rêya hatinûçûna navbera 40 gundan li sînorê Şarbajêrê rastî kêşeyan were.