Seîdê Kurdî ji ber piştgiriya Şêx Seîd hatiye sirgunkirin

09-12-2013
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
A+ A-


Amed(Rûdaw) - Di belgeyên dewleta Tirkiyê de derkete holê ku Seîdê Kurdî Bedîulzeman piştgirî daye serhildana Şêx Seîd û ji ber vê piştgiriya xwe ji aliyê dewletê ve hatiye sirgunkirin. Îmzeyên Mustafa Kemal Ataturk û Îsmet Înonu jî di binê vê belgeya sirgunê de hene. 

Oldarên li ser fikra Sunîtiya Tirkan û Tirk-Îslamê hertim îdia dikirin ku Seîdê Kurdî ti caran piştgirî nedaye serhildana Şêx Seîd û hertim li dijî vê serhildanê derketiye. Nivîskarên van derdoran hertim di makaleyên xwe û pirtûkên xwe de dema qala Seîdê Kurdî dikirin, digotin ew li dijî şerê çekdarî bûye û tenê daxwaza wî Îslamiyet bûye. Lê di belgeyên dewleta Tirkiyê de derkete holê ku Seîdê Kurdî doza Kurd û Kurdistanê parastiye, piştgirî daye serhildana Şêx Seîd û ji ber vê piştgiriyê ji aliyê dewletê ve hatiye sirgunkirin. Li gorî belgeya ku di malpera Bîtlîsnameyê de hatiye belavkirin, Seîdê Kurdî di sala 1929ê de sirgunî Spartayê hatiye kirin. Lê dewletê piştre ew ji Spartayê jî sirgunî Kastamonuyê kiriye. Di belgeyê de tê gotin ku Seîdê Kurdî bi biryara Wezareta Navxweyî hatiye sirgunkirin. 

Dewlet jî jê re dibêje Seîdê Kurdî

Li ser navê Seîdê Kurdî jî hertim spekûlasyon dihatin kirin. Gellek nivîskarên nêzî cemaetên oldaran digotin ti eleqeya Seîdê Kurdî bi Kurdan re tine ye û navê wî jî Seîdê Nursî ye. Lê di belgeyê de derkete holê ku dewleta Tirkiyê jî ew weke Seîdê Kurdî bi nav dike. 


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst