Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsekî Artêşa Pasdaran a Îranê angaşt kir ku di çarçoveya peymana ewlehiyê ya navbera Îraq û Îranê de parastina baregeh û rayedarên Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) ji bo Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) hatiye spartin.
Lê belê berpirsekî pilebilind ê PDKÎyê ev angaşt red kir û ragihand, "Em bi xwe baregehên xwe diparêzin."
Angaşta Alîkarê Fermandarê Artêşa Pasdaran a Îranê
Alîkarê Fermandarê Hêzên Bejayî yê Artêşa Pasdaran a Îranê Ruhullah Nûrî îro di merasîmekê de axivî û bal kişand ser peymana ewlehiyê ya navbera Îraq û Îranê.
Nûrî di beşeke axaftina xwe de diyar kir ku çalakiyên Partiya Demokrata Kurdistana Îranê hatine bisînorkirin û angaşt kir ku li gorî peymanê parastina baregeh û rayedarên partiyê ji bo YNKyê hatiye hiştin.
Kawa Behramî: Bingeha van gotegotan nîne
Berpirsê Dezgeha Fermandariya Hêza Pêşmerge û Endamê Desteya Birêvebirî ya PDKÎyê Kawa Behramî îro ji Rûdawê re axivî û ev angaşt red kir.
Kawa Behramî got, "Em van gotegotan red dikin, ti bingeha wan nîne."
Behramî her wiha destnîşan kir ku heta niha bi ti alî re peymaneke wan a bi vî rengî nîne û got:
"Em bi xwe baregehên xwe diparêzin. Komara Îslamî ya Îranê îro jî her roj baregehên me bombebaran dike. Eger peymanek hatibe kirin, wateya van bombebaranan çi ye?"
Pêşniyara efûyê ya ji bo Pêşmergeyên Rojhilatê Kurdistanê
Berpirsê Artêşa Pasdaran a Îranê di beşeke din a axaftina xwe de behsa paşeroja Pêşmergeyên partiyên Rojhilatê Kurdistanê jî kir.
Ruhullah Nûrî da zanîn yên ku bixwazin vegerin Îranê dikarin serî li efûyê bidin lê divê serî li Wezareta Îstixbaratê û saziyên pêwendîdar bidin da ku dosyayên wan di çarçoveya yasayî de bi dawî bibin.
Nûrî destnîşan kir ku ev derfet tenê ji bo wan kesan e ku beşdarî pevçûnên li gel hêzên bi çekan ên Îranê nebûne.
Alîkarê Fermandarê Hêzên Bejayî yê Artêşa Pasdaran a Îranê diyar kir ku derxistina partiyên Rojhilatê Kurdistanê ya ji deverê beşeke ji peymana ewlehiyê ya navbera Îraq û Îranê ye û divê peyman bê bicihkirin.



