Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Çêrmikê ya parêzgeha Erziromê ya Bakurê Kurdistanê 2 otomobîl li hev qelibîn, di encama qezayê de 4 kes birîndar bûn.
Otomobîlên bi plakaya 25 AFY 348 a ku S.K diajot û ya bi plakaya 34 DBF 361 a ku S.Î diajot li cadeya E-80yê li hev qelibîn.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û hêzên ewlehiyê çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê B.K, Î.E.K, M.K. û A.Î. rakirin nexweşxaneyên li bajêr.



