73 muxtarên Batêlê dixwazin ew bi Zaxoyê ve bêne girêdan

09-11-2022
Yûsif Mûsa
Rûniştvanên nahiya Batêlê 46 hezar kes in û piraniya wan cotkar û esnaf in
Rûniştvanên nahiya Batêlê 46 hezar kes in û piraniya wan cotkar û esnaf in
A+ A-

Zaxo (Rûdaw) - Heta niha çarenivîsa nahiya Batêlê nehatiye diyarkirin ku bikeve ser Zaxo an jî ser bi Sêmêlê ve be. Bêhtir ji 70 muxtarên Batêlê bi nameyeke fermî daxwaz kirine ku bibin beşek ji îdareya serbixwe ya Zaxo. Xelk dibêje ji ber wan pirsgirêkên Îdarî heta niha xaniyên wan nehatine tapokirin, xizmetên pêwîst bo wan nayên kirin.

Nahiya Batêlê ku 73 gund û 8 komelgehan li xwe digire hêj ne diyar e ka dê bikeve ser Zaxo an jî ser bi Sêmêlê ve bê girêdan.

Muxtarên Batêlê ji ber nebûna nebûna xizmetgûzariyan dixwazin Batêl weku sêyem qeza Zaxo were destnîşankirin.

Nûnerê Muxtarên Batêlê Haşim Mujdîn dibêje: “Ev lîsta navên muxtarên nahiya batêl in, me îmzayên 73 muxtaran kom kirine û ez jî nûnerê wan im. Nav û telefonên hemûyan di vê lîsteyê de hene. Me weke muxtarên 73 gundan daxwaz kiriye ku Batêl bibe qezayeke ser bi îdara Zaxoyê ve. Ji ber gelek kêmasî li deverê hene, hinek gund avadan in, lê heta niha jî rêyên wan ax in û nehatine çêkirin. Herwiha elektirîka hinek gundan jî nîne.”

Rûniştvanên nahiya Batêlê 46 hezar kes in û piraniya wan cotkar û esnaf in.

Şêniyê Batêlê Ehmed Teha jî got: “Heta niha jî xaniyên me yên heyama Sedam Hisên in, hêj ew bi fermî nebûna milkê me. Eger Batêl bibe qeza wê demê dike ku xaniyên me vegerînin ser navê me. Ev 30 sal e em li vî gundî ne, lê heta niha jî xanî ne li ser navê me ne.”

Xelkê Komelgeha Xerab Dêmê Ferhad Xalid jî got: “Derfetên bajêrvaniya me sînordar in û nikare xizmeta hemû gundan bike.”

Li nahiya Batêlê 270 hezar donim erdên çandiniyê. Elî Salih yek ji wan cotkaran e ku li gundê Kombelê li ser 25 donim erd genim çandiye. Giliyên wî ji pêşveçûna karte çandiniyê hene.

Cotkarê Gundê Kombelê Elî Salih dibêje: “Li Deşta Silêvanê 2700 hezar cotkar hene. Bi rastî ti alîkarî ji bo me nekirine. Tenê dermanên ji bo sinkî dane min. Weke din ti alîkariya me nekirine.””

Li gor Rêveberiya Îdareya Serbixwe ya Zaxo, di qonaxa yekem de Batêl weke nahiyê vedigere bo ser îdareya Zaxo û di qonaxa duyem de weke qezayeke Zaxo dê were destnîşankirin.

Rêvebirê Îdareya Serbixwe ya Zaxo Guhdar Şêxo dibêje: “Heta rêkarên kargerî sînorê parêzgeha Duhokê û îdareya Zaxo destnîşan kir ev nahiye dê bikeve ser îdareya Zaxo. Gelek caran gazindeyên wan hene ku dixwazin vegerin bo ser îdareya Zaxo.”

Batêl bi dirêjahiya 25 kîlometreyan li aliyê başûr ji navenda Zaxo dûr e.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst