Hewlêr (Rûdaw) – Artêşa Tirkiyeyê îro danê sibehê akademiyeke hêzên asayişa Rêveberiya Xweser bombebaran kir û li gorî agahiyên Rûdawê di encamê de gelek kesan canê xwe ji dest da û birîndar bûn.
Hêzên Ewlehiya Navxwe ya Rêveberiya Xweser ragihand ku şeva borî balafireke Tirkiyeyê êrişî navendeke wan a li navçeya Koçeratê ya Dêrikê kiriye.
Li gor zanyariyên Rûdawê ji ber bombebarana Tirkiyeyê 3 endamên Asayîşê cane xwe ji dest daye û zêdetirî 20 endaman jî birîndar bûne.
Endamên asayîşê yên ku birîndar bûne veguhastin nexweşxaneyên Dêrik, Tirbe Spiyê û Qamişloyê.
Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihand ku wan şeva 8ê Çiriya Pêşînê demjimêr 22:00an li Rojavayê Kurdistanê 6 pêgeh kirine armanc.
Wezaretê diyar kir di nav cihên ku hatine bombebarankirin de kêlgehên petrolê û stargeh hene.
Ji 5ê Çiriya Pêşînê ve hêzên Tirkiyeyê bi balafirên şer, dron û topxaneyan jêrxan û saziyên xizmetguzariyê yên Rêveberiya Xweser bombebaran dikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse