Silêmanî (Rûdaw) – Ji ber destpêkirina werza nû ya xwandinê, bazarên firotina pêdawîstiyên xwandinên yên weke cilûberg û cantayên zarokan li bajarê Silêmaniyê weke bajarên din ên Herêma Kurdistanê xweş bûye û ji ber serdana zêde ya welatiyan, bazar gelek qerebalix bûye.
Roja 2ê Cotmeha îsal li tevahiya bajar, qeza û bajarokên Herêma Kurdistanê zenqila sala nû ya xwandinê hat lêdan û sala xwandina 2018-2019 dest pê kir.
Wezîrê Perwerdehiyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Piştîwan Sadiq ragihandiye, ku îsal zêdetir ji milyonek û 700 hezar xwandekar li Herêma Kurdistanê dixwînin, ku nêzîkî 120 hezar xwandekarên nû di qonaxa destpêkê de hatine wergirtin.

.jpg&w=3840&q=75)

