Rûdaw pêşniyarên Bexda û Hewlêrê yên derbarê gumrikê de belav dike

09-09-2024
RÛDAW
Nîşan Bexda Hewlêr Îraq Herêma Kurdistanê Xalên Gumrikê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)-  Hikûmeta Herêma Kurdistanê û şandeya Îraqê li hev kir ku çend pêşniyaran ji bo çareserkirina xalên gumrikê yên di navbera xwe de pêşkêş bikin.

Li gorî vê pêşniyarê, heta wê demê tedbîrên gumrikê yên girêdayî veguhestina kelûpelan ji bo navçeyên di bin desthilata Îraqê de bên rawestandin.

Her wiha li gorî pêşniyarê, dê her du alî jî kompanyayên bê lîsans qebûl bikin.

Li gorî zanyariyên ku ketine destê Rûdawê, her du aliyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û şandeya Îraqê li hev kiriye ku derbarê xalên gumrikê yên di navbera xwe de çend pêşniyaran pêşkêşî Encûmena Aborî ya Iraqê bikin.

Piştî guftûgoyê dê encûmen biryarê li ser wan bide yan jî wek pêşniyar dê ji bo rêkeftinê pêşkêşî Encûmena Wezîrên Îraqê bike.

Îraqê 2 xalên gumrikê ava kiribû

Îsal Hikûmeta Federal a Îraqê li Nînowa û Kerkûkê ji bo hinartina kelûpelan ji Herêma Kurdistanê ji bo deverên bin destê Hikûmeta Federal du xalên gumrikê danîbûn.

Xala yekem di navbera Duhok û Nînowayê de ye ku ji bo kelûpelên ku ji Tirkiye û Îranê tên hawirdekirin û ji Herêma Kurdistanê derbasî naverast û başûrê Îraqê dibin tê bikaranîn.

Xala duyem jî li Kerkûkê ji bo gumrika berhemên navxweyî bû ku Bexda ji kompanyayan daxwaz dike ku destûr ji Hikûmeta Federal werbigirin.

"Nabe xalên gumrikê di navbera Îraq û Herêma Kurdistanê de hebin"

Yek ji wan pêşniyaran jî rakirina xalên gumrikê ye, heta rêkeftineke dawî bi referansa biryara jimare 13 ya sala 2019an a Encûmena Wezîran a Îraqê ku li gorî wê biryarê nabe xalên gumrikê di navbera Herêma Kurdistanê û navçeyên din ên di bin desthilata Hikîmeta Federal de hebin.

Çavkaniyek pilebilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji Rûdawê re ragihand ku di sala 2023yan de Encûmena Wezîrên Îraqê du biryarên bi jimare 23055 û 23672 derxistin ku berovajî biryara jimare 13 ya sala 2019an ne, pêşniyareke din jî ew e ku kar li ser van her du biryaran raweste.

Her du biryarên Encûmena Wezîran a Îraqê girêdayî gumrika kelûpelên hinartin û pênaseyên gumrikê yê li seranserê Îraqê ne.

"Xalên gumrikê tenê li deriyên sînorî tên danîn"

Heman çavkaniyê ji Rûdawê re diyar kir ku hinceta Bexdayê ji bo derxistina her du biryarên sala 2023yan parastina hilberîna navxweyî ye, di heman demê de her du biryar li dijî qanûna gumrikê ya jimare 23 ya sala 1983yan ne ku tenê rê dide xalên kontrolê yên gumrikê li deriyên sînorî yên bi welatên biyanî re bên danîn, ne ku di navbera bajaran de bên danîn.

Pêşniyarek din jî ew e ku lîsansa kargeh, kompanya û berhemhênerên Herêma Kurdistanê li navçeyên di bin desthilata hikûmeta federal de derbasdar be û berovajî wê, ew kompaniyên ku li Bexdayê lîsans wergirtine, li Herêma Kurdistanê wekî xwediyên lîsans bên dîtin.

Şandeyeke aboriyê ya girêdayê Serokweziriya Îraqê 8ê Îlona 2024an ji bo çareserkirina pirsgirêkên navbera Îraq û Herêrma Kurdistanê hatibû Hewlêrê.

Di şandeye Îraqê de Alîkarê Serokwezîrê Îraqê û Fuad Husên, Wezîra Darayiyê Teyf Samî, Wezîrê Bazirganiyê Esîr Dawid Selman, Wezîrê Xebat û Karûbarên Civakî Ahmet Casim Sabîr, Sekreterê Giştî yê Serokwezîriyê Hemid Nayim, Serokê Banka Navendî ya Îraqê Elî Alaq û gelek rayedarên din hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst