Welatiyên Tirkiyeyê yên li Nîjerê bi balafirê birin Stenbolê

09-08-2023
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Welatî Nîjer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Welatiyên Tirkiyeyê yên ku piştî darbeya leşkerî ya li Nîjerê li welatî asê mabûn, bi sefera taybet a balefira Rêhewayên Tirk birin Stenbolê.

Li Nîjêrê 26ê Tîrmehê darbeya leşkerî çêbûbû û piştî wê darbeyê qada esmanî ya welatî hatibû girtin.

Balafira cureyê Airbus A330-200 ya Rêhewayên Tirk ya ku destûr wergirtibû, ji Balafirxaneya Navneteweyî ya Diori Hamaniyê ya Niameyê bi dema herêmê saet 21.30an rabû û îro saet 04.30an li Balafirxaneya Stenbolê danî.

Rêwiyên ku piraniya wan welatiyên Tirkiyeyê bûn piştî danîna balafirê ji kontrola pasaportê derbas bûn û wisa derbasî Tirkiyeyê bûn.

Qada esmanî hatibû girtin

Li Nîjerê cûntaya leşkerî ya ku 26ê Tîrmehê dest danîbû ser rêveberiya wî welatî, 6ê Tebaxê qada asîmanî ya Nîjerê li hemberî egera pêkanîna her êrîşekê heta fermaneke duyem ragirtibû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst