Li Amedê mamosteya jin hevpîşeyê xwe kuşt

09-07-2024
RÛDAW
Nîşan Amed Mamoste Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê mamsoteyeke jin mamosteyekî hevpîşeyê xwe bi çekê kuşt ku li gorî îdiayan dergistiyê wê bûye.

Bûyer îro li navçeya Peyasê ya Amedê li qata 6emîn a avahiyeke 9 qatî çêbû.

Li gorî zanyariyan mamosteya bi navê Zeynep A. mamosteyê bi navê Osman Karaslan vexwend mala xwe.

Li malê ji ber sedemeke nediyar di navbera her du mamsoteyan de nîqaş derket.

Piştî demekê nîqaşa wan dijwar bû û Zeynep Ayê. bi çekê teqe li Osman Karaaslan kir. 

Hat gotin ku Zeynep A. û Osman Karasalan dergistiyê hev bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyên çûn cihê buyer û di pişkînan de diyar bû ku Karaaslan li cihê bûyerê canê xwe ji dest daye.

Zeynep A. ku dayika dû zarokan e ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat desteserkirin.

Hêzên ewlehiyê Zeynep A. bir Rêveberiya Ewlehiyê ya Amedê.

Tîmên tenduristiyê termê Osman Karaaslan jî ji ber karûbarên otopsiyê veguhast Bijîşkiya Dadî ya Amedê.

Lêkolînên derbarê bûyerê de berdewam dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst