Rapirsî - Gelo Kurd piştgiriyê didin banga Ocalan?

09-04-2025
RÛDAW
Nîşan Rapirsî Banga Ocalan Kur Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Navenda Lêkolînên Qadê ya SosyoPolîtîkê encamên rapirsiya xwe ya li ser pêvajoya nû ya ku li 16 bajaran kiriye eşkere kirin.

Navenda Lêkolînên Qadê ya SosyoPolîtîkê di navbera 22-26ê Adara 2025an de li 16 bajarên Bakurê Kurdistanê li ser pêvajoya nû ya çareseriyê û tevgera dengdêran lêkolînek kir.

Rapirsiya li 16 bajarên ku di nava wan de Amed, Riha, Dîlok, Wan, Mêrdîn, Batman, Qers, Îdir, Mûş û Bedlîs hene pêk hat, bi hezar û 509 kesan re li malên wan rû bi rû hat kirin.

Li gorî ji sedî 62,3yê beşdaran, pirsgirêka yekem a sereke ya Tirkiyeyê "qeyrana aborî û bêkarî" ye, ji sedî 23,7ê beşdaran jî "Pirsgirêka Kurdan" û ji sedî 6,7yê wan jî "rewşa pevçûn û tundûtûjiyê" ya herî girîng destnîşan kirine.

"Banga Ocalan çawa dinirxînin"

Di lêkolîna qadê de ji beşdaran hat pirsîn bê ew banga ku Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan 27ê Sibatê li rêxistinê kiriye da ku çekan deyne çawa dinirxînin.

Li gorî bersivên vê pirsê, ji sedî 54,6ê beşdaran pêvajo "erênî" dîtine lê yên ku "neyînî" dibînin bi giştî ji sedî 14,7 ne. Ji sedî 18ê wan jî gotiye "ez naveroka nameyê nizanim."

Ji bo pirsa "Hûn bawer in ku banga Ocalan dê aştiyê li Tirkiyeyê pêk bîne?" ji sedî 42,5ê beşdaran gotiye erê, ji sedî 21,9ê wan gotiye na, ji sedî 18ê wan gotiye qismen û ji sedî 17ê wan jî gotiye "Ez naveroka bangê nizanim".

"Gelo banga ku Ocalan kiriye dê Pirsgirêka Kurdan çareser bike?"

Ji bo pirsa "Gelo bangî ku Ocalan kiriye dê Pirsgirêka Kurda çareser bike?" ji sedî 41,8ê beşdaran gotiye "erê", ji sedî 21,8ê wan gotiye "na", ji sedî 18,7ê wan gotiye "qismen", û ji sedî 17,7ê wan jî gotine "Ez naveroka bangê nizanim".

Ji bo pirsa vekirî ya "Ji bo serkeftina hewldanên li pey aştiya civakî, bi dîtina we divê bi pêşaniya yekem çi were kirin?" ji sedî 35,1ê beşdaran gotine "divê efû derkeve", ji sedî 26,9ê wan gotine "divê pevçûn û operasyon rawestin", ji sedî 20,6ê wan jî gotine "divê siyasetmedar dev ji zimanê kutuplaştirker berdin".

Di lêkolînê de ji beşdaran hat pirsîn ku ew operasyona li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê çawa dinirxînin. Ji sedî 60ê beşdaran got ku operasyonê "neyînî" dinirxînin, lê ji sedî 11,2ê wan got ku "erênî" dibînin.

"Egevê yekşemê hilbijartin hebe hûn dê dengê xwe bidin kê?"

Di lêkolînê de ji beşdaran pirsa "Eger vê yekşemê hilbijartineke giştî hebe hûn dê dengê xwe bidin kîjan partiyê?" jî hat kirin.

Ji bo vê pirsê, ji sedî 51,2yê beşdaran got DEM Partî, ji sedî 15,7ê wan got AK Partî, ji sedî 8,7ê wan got ez dudilî me, ji sedî 7,7ê wan got ez dengê xwe nadim, ji sedî 7,3yê wan got CHP, ji sedî 4,5ê wan got YRP, ji sedî 3,2yê wan got MHP, û ji sedî 0,6ê wan jî got ÎYÎ Partî.

Li gorî lêkolînê, ji sala 2023yan vir ve di dengên AK Partiyê de daketineke 9,5 puanî û di dengên DEM Partiyê de jî zêdebûneke 1,9 puanî çêbûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst