کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
CÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Ofîsên ENKSê hatibûn şewitandin / Wêne: Arşîv

Ofîsên ENKSê hatibûn şewitandin / Wêne: Arşîv

Kurdistan

Asayîşa Rêveberiya Xweser derbarê êrişên li ser ofîsên ENKSyê daxuyanî da

0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
RÛDAW
RÛDAW09-03-2024

Nûçeyên Têkildar

Li Paweyê hevjînên Kurd hatin desteserkirin lê ne diyar e ku li kû ne
Kurdistan07-07-2026

Li Paweyê hevjînên Kurd hatin desteserkirin lê ne diyar e ku li kû ne

Li Erdexanê barana gur: Zevî di bin avê de man
Kurdistan07-07-2026

Li Erdexanê barana gur: Zevî di bin avê de man

103 sal di ser damezirandina Kurdistana Sor re derbas bûn
Kurdistan07-07-2026

103 sal di ser damezirandina Kurdistana Sor re derbas bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Ewlehiya Navxwe ya Rojavayê Kurdistanê ragihand ku têkildarî şewitandina navendên ENKSê lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Li Kobanî û Amûdê roja 1ê Adara 2024an du ofîsên Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) hatibûn şewitandin.

Edamê Desteya Serokatiya ENKSyê Silêman Oso ji Rûdawê re gotibû, “Êriş ji aliyê Ciwanên Şoreşger ve hatiye kirin û navenda me hatiye şewitandin.”

Herwiha Silêman Oso gotibû ku di erişê gelek kes birîndar bûne û zerek gihîştiye gelek otomobîlan.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlehiya Navxwe ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derbarê mijarê daxuyaniyek da.

Hêzên Ewlehiya Navxwe diyar kir ku li dijî wan her du êrişan gilî hatine tomarkirin, wan dest bi lêkolînan kiriye ji bo ku tometbaran bigirin.

Lêpirsîn hatiye destpêkirin

Derbarê mijarê di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:

“Roja Înê (01.03.2024) li bajarê Kobaniyê çend kesên ku karên xerab dikin, nivîsgeha Encûmena Niştimanî ya Kurd-Sûriyeyê (ENKS) şewitand.

Her wiha şeva Çarşemê (6.3.2024) ev bûyer li bajarê Amûdê jî qewimî.

Piştî ku agahî hatin, hêzên me dest bi lêkolînên berfireh kirin û ji bo dîtina kiryaran lêpirsîn da destpêkirin.

Hêzên me piştrast dikin ku lêpirsînên ji bo eşkerekirina rewşa 2 bûyerên şewatê û girtina kiryaran didomin."

Pirsên