Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Geverê ya parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê xelk xwe ji bo zivistanê amade dike û bihayê sobe û komirê barê wan giran kiriye.
Yek ji amadehiyên sereke yên li vê navçeyê sobeyên dar û komirê ne ku îsal bihayê wan heta 15 hezar lîreyan bilind bûye.
Xelkê navçeyê dibê ku zivistana Geverê dirêj e û ev yek jî barê wan hîn girantir dike.
"Hemû tişt biha dibin"
Niştecihê Geverê yê bi navê Hamdî Durmaz anî zimên ku bihayê tiştan bûye duqat û got:
“4-5 sal beriya niha, 2-3 salan carekê tişt biha dibûn lê ev çend sal in hemû mehan biha dibin.
Tişt biha dibin, ne tenê sotemenî, hemû tişt. Li hinek deveran zivistan 2 yan 3 meh in lê li vir 6 meh in.”
Şiyana kirînê kêm bûye
Dikandarên deverê jî dibêjin ku bihayê kel û pelan gelekî zêde bûye û şiyana kirînê ya welatiyan kêm bûye.
Dikandar Mevlan Dere li ser vê mijarê wiha axivî:
“Bihayê hemû tiştan di navbera par û îsal de gelekî zêde bûye. Ango sobeya ku me par bi hezar lîreyan difirot em îsal bi 2 hezar lîreyan difiroşin.
Li gorî kalîteya sobeyê bihayê wan di navbera hezar û 15 hezar lîreyan de diguhere. Şiyana kirînê ya welatiyan gelekî kêm bûye.”
Bangî rayedaran dikin
Welatî diyar dikin ku ji xeynî amadehiyên zivistanê, gelek lêçûnên wan ên din jî hene û meaşê wan têrî hemûyan nake.
Ew ji bo çareseriyê û alîkariyê bangî rayedaran dikin.
Kesekî bi navê Raîf Baldak jî bal kişand li ser bihabûnê û got, “Ez li ÎŞKURê dixebitim û meaşê min 15 hezar lîre ye. Ez bi vî pereyî tenê dikarim sobeyekê bikirim û 4 zarokên min jî hene.
Gelo ez dê çawa lêçûnên dibistana van zarokan bidim? Em daxwaz dikin rayedar dengê me bibihîzin.”
Li hinek taxên navenda Geverê xeta gaza xwezayî hatiye kişandin lê hîn jî gelek tax û gund ji vê xizmetê bêpar in.
Loma ew neçar in ku sobe, dar û komirê ji bo zivistana sar û dirêj bikirin.



