Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Ofîsa Birêvebiriya Parêzgeha Hisîçayê Ebdulrehîm Mehmûd ragihand ku parêzgehê heta niha ti budce wernegirtiye.
Wî diyar kir ku sedema vê yekê ew e ku hîn jî proseya entegrasyonê bi serî nebûye.
Her wiha wî eşkere kir ku şandeyeke Ofîsa Birêvebiriyê ji bo gotûbêjkirina dosyeya budceya parêzgehê çûye Şamê.
"Me lîsteyên pêşîneyan xwestine"
Ebdulrehîm Mehmûd ji Rûdawê re axivî û got ku wan ji sektorên xizmetguzariyê yên wekî perwerde, tenduristî, av û elektrîkê xwestiye ku lîsteyên xwe yên pêşîneyê amade bikin.
Li gorî gotina wî, ev yek wekî amadehiyekê ye da ku ew lîste di nav plana karê parêzgehê de cih bigirin.
Dê birêvebiriyên nifûsê werin vekirin
Ebdulrehîm Mehmûd li ser vekirina birêvebiriyên nifûsê jî agahî dan.
Wî da zanîn ku ji bo vekirina wan a li çend bajarên parêzgehê amadehî tên kirin.
Di nav van bajaran de Qamişlo, Dêrik û Serê Kaniyê jî hene.
Mehmûd li ser Birêvebiriya Pasaportan jî agahî dan.
Wî amaje bi yekê kir ku parêzgehê heta niha di wî warî de ti kar nekirine.



