Amed (Rûdaw) - Nîzamettîn Kabaîşê bavê Rojînê got, “Cihê derban li keçika min hebû, min bi xwe jî dît. Li pişta wê cihê derban heye.”
Rojîn Kabaîşa xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê 27ê Îlonê ji hevalên xwe re gotibû ku dê here peravên golê û keviran kom bike.
Cenazeyê Rojînê 15ê Çiriya Pêşîn li peravên Gola Wanê hat dîtin lê gumanên li ser mirina wê heta niha jî berdewam dikin.
Nîzamettîn Kabaîşê bavê Rojînê li Amedê rûniştina doza kuştina Narîn Guranê şopand û pirsên Nûçegihanê Rûdawê Maşallah Dekak bersivandin.
“Hîn otopsî derneketiye”
Nîzamettîn Kabaîş diyar kir ku ew dixwaze parlamenter û parêzer ji bo şopandina mijarê alîkariyê bidin wan û got:
“Kezeba me şewitiye, ez dixwazim ku parêzer û parlamenter ji me re bibin alîkar.”
Nîzamettîn got, “Hîn otopsî derneketiye” û anî zimên:
“Cihê derban li keçika min hebû, min bi xwe jî dît. Li pişta wê cihê derban heye.
Li ser lingê wê û destê wê cihê berdan hebû. Ser û çavê wê jî derb kiribûn.
Ser û çavên wê werimîbûn lê pey re avêtibûn avê.
Di nav avê de 18 rojan mabû.
Em bawer in ku ku dê piştî otopsiyê rastî derkeve holê.”
“Xwedê neyîne serê kesî”
Nîzamettîn Kabaîş diyar kir ku ew dixwaze ji bo doza Narîn Guranê jî edalet pêk were û got:
“Heyf bû, keçikeke 8 salî bû. Êş zor e, Xwedê neyîne serê kesî.”
Rûniştina doza Narîn Guranê berdewam dike
— RudawKurdi (@RudawKurdi) November 8, 2024
🛑 Hîn jî kujerê Narînê ne diyar e
🛑 Bavekî kezebperitî jî li ber dadgehê ye
🎙️ Nîzamettîn Kabaîşê bavê Rojîna ku cenazeyê wê li Wanê hatibû dîtin: Kezeba me şewitiye
🎙️ Bila parêzer û parlamenter ji me re bibin alîkar
🎙️ Cihê… pic.twitter.com/O5smKF9j8k
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse