Li Riha û Semsûrê qeza: 2 kes mirin

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Riha Semsûr Qeza Kolik Siwêreg
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Riha û Semsûrê yên Bakurê Kurdistanê di 2 qezayên cuda de 2 kes mirin.

Li navçeya Siwêregê ya Rihayê otomobîla ku Kemal S. diajot li welatiyê bi navê Kafur Kaplanê peya qelibî.

Tîmên tenduristiyê Kafur Kaplan bir Nexweşxaneya Dewletê ya Siwêregê.

Kaplan li nexweşxaneyê tevî hemû midaxaleyên canê xwe ji dest da.

Her wiha şofêrê otomobîlê Kemal S. hat desteserkirin.

Li Semsûrê traktor wergeriya: şofêr mir

Li aliyê din, li gundê Kefriyê navçeya Kolikê ya Semsûrê traktora ku Saît Ozkan diajot weregeriya.

Li ser agahdarkirinê tîmên rizgarkirinê û tîmên tenduristiyê çûn gund.

Piştî kontrola tîmên tenduristiyê derket holê ku Ozkan li cihê qezayê canê xwe ji dest daye.

Tîmên tenduristiyê cenazeyê Saît Ozkan ji bo otopsiyê bir morga Nexweşxaneya Dewletê ya Kolikê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst