Hêzên Tirkiyê derbasî Rojavayê Kurdistanê bûn

08-09-2019
Rengîn Şero
Rengîn Şero
Çavdêriya asmanî bi şêweyekî hevbeş tê kirin
Çavdêriya asmanî bi şêweyekî hevbeş tê kirin
Nîşan Navçeya Aram Artêşa Tirkiyê Amerîka Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bi armanca avakirina herêma ewle dewriyên hevbeş ên Amerîka û Tirkiyê di navbera bajarên Girê Spî û Serê Kaniyê yên Rojavayê Kurdistanê de dest pê kirin û karwanekî ji hêzên Tirkiyê derbasî nav axa Rojavayê Kurdistanê bûn.

Peyamnêra Rûdawê Rengîn Şero ji sînorê Rojava û Bakurê Kurdistanê ragihand  ku îro Yekşema 8ê Îlonê dewriyên hevbeş ên Amerîka û Tirkiyê li Navçeya Aram, di navbera Serê Kaniyê û Girê Spî de destpê kirin.

Rengîn Şero diyar kir ku karwana hêzên artêşa Tirkiyê ji aliyê gundê Xulanê ve derbasî nav axa Rojavayê Kurdistanê bû û biryar e, ligel hêzên Amerîkî ber bi gundên din ên Girê Spî yên ser xeta sînor ve herin heta bigihejin Serê Kaniyê.

Peyamnêra me herwiha da zanîn ku karwana hêzên Tirkiyê ji çar zirxîpoşan û yên şeş zirxîpoşên Amerîkî pêk te û li asmanan jî bo çavderiyê, firokeyên hevpeymaniya navdewletî difirin.

Bi gotina berpirsên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) derketina dewriyeyan di çarçoveya lihevkirinên li ser mekanîzmaya ewlehiyê ku bi navbeynkariya Amerîkayê di navbera HSDê û Tirkiyê de pêk tê.

Navçeya Aram, di qonaxa yekem de, di navbera herdu bajarên Serê Kaniyê û Girî Spî de dibe.

Dirêjahiya navçeyê di navbera 70-80 kilometreyan û kûrahiya navçeyê di navbera 5-14 kilometreyan de dibe.

Hêzên YPGê û HSD ji navçeyê vedikişin û xendek û asêgehên wan hêzan tên jinavbirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst