Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgarê Kerkûkê Mihemed Seman Axa li ser guherîna meqamê parêzgariyê ragihand, “Em ji bo xizmeta Kurd, Ereb, Tirkmen û Mesîhiyan hatine. Dema erkê me biqede, em dê meqam bi awayekî demokratîk û bi hêsanî dewr bikin.”
Mihemed Seman Axa beşdarî 8emîn Foruma Diyalogê ya Bexdayê bû û li wê derê Birêvebirê Ofîsa Bexdayê ya Rûdawê Şiko Omer çend pirs ji wî kirin.
Seman Axa li ser hewlên nehiştina encumena parêzgehan a li Parlamentoya Îraqê û bandora wê ya li ser meqamê parêzgariyê axivî.
Parêzgar diyar kir ku ew naxwaze rasterast li ser vê mijarê şîroveyan bike û anî zimên:
“Ez naxwazim ji vê pirsê birevim lê birayên me yên di encumena parêzgehê de dibe ku wekî parêzgar gotinên min xelet fêm bikin.”
Peymana li ser parêzgariyê
Wî bi bîr anî ku parêzgariya Kerkûkê di çarçoveya peymaneke siyasî de hatiye dewrkirin û da zanîn ku di navbera salên 2003-2017an de meqamê parêzgariyê di destê Kurdan de bû, paşê Ereban erk girt ser xwe û got ku guherîna li ser meqamê parêzgariyê divê pêvajoyeke demokratîk be û ew nabe asteng.
Mihemed Seman Axa di foruma li Bexdayê de diyar kir ku pêkhateyên Kurd, Ereb û Tirkmen li ser guherîna meqamê parêzgariyê li hev kiriye û ev gaveke erênî ye û got:
“Ev înîsiyatîveke niştimanî ya serkeftî ye. Parlamentoya Îraqê dikare çarçoveyeke yasayî amade bike da ku ev model li parêzgehên din jî were bicihanîn.”
Parêzgar li ser dîroka Tirkmenan a li Kerkûkê jî peyivî û got:
“Ez piştî 102 salan gihîştim meqamê parêzgariyê. Parêzgarê herî dawî yê Tirkmen sala 1924an Fetah Paşa bû. Ji serdema Padîşahiyê heta piştî sala 2003yan Tirkmen bi dûrxistinê re rû bi rû mane.”
Pêwendiyên bi Enqereyê re
Mihemed Seman Axa behsa pirsgirêkên teknîk ên li ser hinartina petrola Kerkûkê û veguhastina wê kir û diyar kir ku wî ji bo nêzîkkirina nêrînên rayedarên Îraq û Tirkiyeyê hewl daye.
Seman Axa ragihand ku piştî vegera şandeya wezaretê ya ji Enqereyê, ew li Tirkiyeyê maye û li gel Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî Alparslan Bayraktar civiyaye û got:
“Bi pejirandina Serokwezîr, ez li wir mam û min bi Alparslan Bayraktar re hevdîtin kir. Em gihîştin xaleke hevpar ku dê ji bo Îraq û Herêma Kurdistanê bi fêde be.”
Li gorî agahiyên ku Parêzgarê Kerkûkê dane me, di wê civînê de mijarên wekî doza hakemî ya navneteweyî û pêvajoya kirîn û firotina petrolê hatine nirxandin.
Hinartina petrolê û BP
Seman Axa li ser paşeroja petrola Kerkûkê eşkere kir ku ew li gel BPyê dixebitin da ku hilberînê ji 750 hezar bermîlan derxin ser milyonekê.
Her wiha diyar kir ku Alîkarê Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyeyê dê roja çarşemê here Kerkûkê û li ser çêkirina xetên boriyan li gel şirketên Petrol û Gazê yên Bakur lêkolînan bike.
Parêzgarê Kerkûkê li ser xeta petrolê ya Kerkûk-Banyasê ya li Sûriyeyê jî got ku li aliyê Sûriyeyê zêdetirî 120 kîlometreyan xet xera bûye lê eşkere kir ku şirketekê li gel Sûriyeyê peyman îmze kiriye û dest bi xebatên sererastkirinê kiriye.


