Hevserokê berê yê navçeya Rezanê yê HDPyê di êrîşekê de birîndar bû

08-08-2023
RÛDAW
Nîşan Ahmet Aslan Avreş Aslan Amed Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Yenişehirê ya Ameda Bakurê Kurdistanê hevserokê berê yê navçeya Rezanê ya HDPyê Ahmet Aslan û kurê wî di erîşeke çekdarî de birîndar bûn.

Li çayxaneya Nûpeldayê ya li navçeya Yenişehirê doh welatiyê bi navê H. Aslan ji ber sedemeke nediyar bi çekê êrîşî birayê xwe Ahmet Aslan û kurê wî Avreş Aslan kir.

Di bûyerê de Ahmet Aslan ji rûyê xwe û kurê wî Avreş Aslan ji lingê xwe birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Aslan û kurê wî birin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazi Yaşargilê.

Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.

Hat zanîn ku rewşa tenduristiyê ya Ahmet Aslan û Avreş Aslan baş e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst