Hewlêr (Rûdaw) - Şaredarê Pîranê Felat Aygoren li gel AK Partiyê li hev kir û dê derbasî wê partiyê bibe û Platforma PDK-Bakur jî ragihand, “Ne em û ne jî dengderên Pîranê, heqê xwe helal nakin.”
Platforma PDK-Bakur derbarê mijarê de îro daxuyaniyek belav kir û eşkere kir ku ti peywendiyeke wan a siyasî li gel Şaredarê navçeya Pîran a Amedê Felat Aygoren nemaye.
Di daxuyaniyê de amaje bi wê hat kirin ku Felat Aygoren wek berbijêrê wan di çarçova tifaqa li gel Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de beşdarî hilbijartinên 31ê Adara 2019an bû û wek şaredar hat hilbijartin.
PDK-Bakur di daxuyaniyê de behsa hinek pirsgirêkên li gel HDPê jî kir di rêxistinên xwecihî de û got, wan her tim hewl da ku wan pirsgirêkan çareser bikin û “her tim ji Felat Aygoren xwest ku li hember van pirsgirêkan aram be û me piştgiriya helwesta wî ya li hember ferzkirina jî kir.”
"Peywendiyên xwe li gel AK Partiyê bihêz kirin"
Felat Aygoren berî niha ji tifaqa li gel HDPê vekişiyabû û PDK-Bakur dibêje, Aygoren biryara destjikarberdanê jî bêyî ku li gel wan bişêwire wergirt û eşkere dike ku di vê heyama Aygoren şaredarê serbixwe bû, peywendiyên xwe yên li gel berpirsên xwecihî û navendî yên AK Partiyê bihêz kirin û “roja 6ê Tîrmehê jî niyete xwe ya esas eşkere kir.”
Di daxuyaniya PDK-Bakurê de amaje bi sîstem û proseya guhertina partiyan jî hatiye kirin û hatiye gotin, Felat Aygoren ku “bi nasnama xwe ya PDK-Bakur û wek berbijêrê tifaqê deng wergirtine û hatiye hilbijartin, nabe îrdeya dengderên xwe li gel partiyeke din bazar bike. Di demokrasiyên pêşketî yên Rojavayî de, bo nimûne parlamenterek destpêkê ji dest kar berdide paşê partiya xwe diguhere. Lê li Tirkiyê ev bi binpêkirina hemû nirxên exlaqî pêk tê. Lewma di vê sîstema genîbûyî de siyaset, karê şarezayên siyasetê yên durust e.”
"Em dê Pîranê di 4 mehan de bifirînin"
PDK-Bakur hinek hûrgilî jî li ser biryara Felat Aygoren a bo derbasbûna AK Partiyê jî eşkere kirine û li gor daxuyaniyê, Cîgirê Serokê AK Partiyê Mehmet Ozhasekî û Parêzgarê Amedê ku di heman demê de qeyûmê şaredariyê ye, peywendî li gel Aygoren kirine û ew qanih kirine û soz dane wî, “eger rozeta partiyê (AK Partî) wergire, ew dê Pîranê di nava 4 mehan de bifirînin.”
Di daxuyaniyê de behsa rewşa siyasî, aborî û mafên mirovan a Tirkiyê jî hatiye kirin û PDK-Bakur dibêje, di demekê de ku Bakurê Kurdistanê “di warên aborî, civakî û çandî de li gor deverên din hê jî di rêzên dawî de ye” û tevî derbasbûna 98 salan jî xelkê herêmê miameleya “welatiyên wekhev” nabîne, “firandina Pîranê” bi kêr nayê.
"Em heqê xwe helal nakin"
Di daxuyaniyê de hatiye bibîrxistin ku bapîrê Felat Aygoren Şêx Mehdî, bavê wî Şêx Husamettîn û birayê wî Behrun Aygoren şaredarên serbixwe yên Pîranê bûne û bang li Aygoren hatiye kirin, “Ji bo wergirtina piştgiriyê bo xizmetguzariyan asayî ye tu li gel berpirsên desthilatê bicivî, projeyan pêşkêş bikî, lê tu ne neçar î bibî alîgir. Firotina dengderên Pîranê li te nehat.”
PDK-Bakurê di dawiya daxuyaniya xwe de tekez kiriye ku ji ber helwest û biryara wî ya dawî, wan peywendiya xwe ya siyasî li gel Felat Aygoren qût kiriye û herwiha gotiye, “Ne em û ne jî dengderên Pîranê heqê xwe helal nakin.”
Felat Aygoren kî ye?
Felat Aygoren sala 1971an jidayîk bûye, di hilbijartinên xwecihî yên 31ê Adara 2019an de bi tifaqa li gel HDPê ji sedî 50.86 deng bidest xistin û bû hevşaredarê Pîranê, lê 13ê Tebaxê ji wê tifaqa li gel HDPê vekişiya û hevşaredar Yasemîn Uçer ji kar dûr xist.
Aygoren neviyê Şêx Mehdî ye ku ew jî birayê Şêx Seîd e û bavê wî Husamettîn Aygoren, ji 1967an ta 1989an, birayê wî Behrun Aygoren ji 1994an ta 2004an şaredarên Pîranê bûn.
Li Amedê niha tenê şaredariya Çinarê di destê HDPê de ma, jibilî Pîranê, bo ser her 14 şaredariyên din ên di destê HDPê de qeyûm hatin danîn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse