RIHA – Bi çekan êrişî ofîsa DEM Partiyê hat kirin!

08-05-2024
Nîşan DEM Partî Riha Bêrecûk Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Bêrecûkê ya Rihayê bi çekan êrişî ôfîsa DEM Partiyê hat kirin.

Bûyerê îro berê sibehê derdoha saet 03:30î li Taxa Meydanê rû da û 14 gule li paceyên ofîsê ketin.

Piştî îxbarê polîs çûn cihê bûyerê û wan li nava ofîsê lêkolîn kirin.

Li hêla din, heta niha nasnameya êrişkaran nehatiye tesbîtkirin.

Di hilbijartinên 31ê adarê de DEM Partiyê li Bêrecûkê ji sedî 56ê dengan standibûn û bûbû partiya yekem.

Mehmet Begîtê ku endamê DEM Partiyê bû û bûbû serokê Şaredariya Bêrecûkê lê piştî demekê ji DEM Partiyê îstifa kiribû.

Rêxistina Bêrecûkê ya DEM Partiyê bi rêya hesabê xwe yê medyaya civakî da zanîn ku li avahiya wan xisara madî çêbûye.

DEM Partiyê diyar kir ku xizmên Mehmet Begît rêvebirên partiyê tehdîd dikirin û paşê jî vê êrişê rû daye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Îsmaîl Beşîkçî û Nêçîrvan Barzanî /Wêne: Serokatiya Herêma Kurdistanê

Nêçîrvan Barzanî spasiya Îsmaîl Beşîkçî kir

ku Nêçîrvan Barzanî ji ber ku li ser Kurdan lêkolîn kirine û di bidestxistina mafên xwe de piştgiriya gelê Kurd kiriye spasiya Îsmaîl Beşîkçî kir