2 endamên TCKê li Tirbespiyê serbest hatin berdan

08-05-2014
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Tevgera Ciwanên Kurd (TCK) li Rojavayê Kurdistanê ragihand ku du endamên wan ku ev nêzîkî mehekê bû li cem hêzên asayişa ku bi ser PYDê ve tê naskirin, girtî bûn, duh hatin azadkirin.

TCKê di daxuyaniyekê de ku li ser malpera xwe belav kiriye nivîsandiye ku “her du endamên wan ên bi navê Ednan û Xurşîd Îsmaîl Remo ku roja 6ê nîsanê li Tirbespiyê ji aliyê asayişa PYDê ve hatibûn girtin, duh hatin azadkirin”.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku “ew du kes wan bi tometên bê bingeh hatibûn girtin”.

Di destpêka meha nîsanê de hêzên asyaiş û YPGê li bajarokê Tirbespiyê operasyonek ji bo girtina kesên ku alîkariya çekdarên DAÎŞê dikin destpêkiribûn.

Endamê desteya şopandinê ya TCKê Kawa Îsmaîl berî niha ji Tora Medyayî ya Rûdawê re gotibû ku “asayişa PYDê di 8ê nîsanê de 105 kesên Ereb û 7 kesên Kurd li bajarokê Tirbespiyê girtin û pişt re 107 ji wan berdan”.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst