Hewlêr (Rûdaw) - Elaedîn Ebdulrehman Kurdekî Rojavayê Kurdistanê ye ji sala 2012 ve li Şama Paytexta Sûriyê ji aliyê hikûmetê ve bi tometa hebûna peywendiyan bi `Artêşa Azad` re hatiye girtin û heya niha malbata wî tiştekî li ser kurê xwe nizane û çarenivîsa wî nediyar e.
10 sal e kurê wê jê hatiye veqetandin û ji wê demê vir ve wî nabînin. Valahiya cihê bav ji neçarî Helz û Ranya û dayika xwe, li gel pîra xwe djîn. Helz 11 salî ye, dema yek salî bû bavê wê li Suriyê hat destigîrkirin. Ji yek saliya xwe ve Helz ji hest û himbêza bavê xwe bêpar maye.
Helz keça Elaendîn dibêje “Niha bavê min were ba me jî ez wî nas nakim. Em digrîn. Ji bo çi bavê hewqas kesan hene yê me nîne.”
Jiyan Remezan hevjîna Elaedîn got “Mezin bûn bavê xwe nedîtin. Ez bi xatirê zarokên xwe sebra xwe tînim. Ez dibêjim zarokên min guneh in, bila ji ber xwe nehisin ji ber ku bê bav in. Ez sebrê didim wan jî û xwe jî.”
Elaedîn Ebdilrehman kirêkarê rakirin û danana bar bû, lê di 16ê Tebaxa 2012an de li bajarê Şamê ya Sûriyê bi tometa peywendîkrin bi `Artêşa Azad` re ji aliyê rejîma Sûrî ve hatye destigîrkrin.
Dayka Elaedîn dide zanîn “Ji me re gotin di zindana Seyid Naîm de ye. Me parêzer girt, parêzer ji mer re got ez nikarim wî berdim. Hawara xwe bigihînin rêxistinan, UNHCR, Xaça Sor a Navdewletî. Eger ev rêxistin nîbin em nikarin wî azad bikin.”
Xêzana wan li taxa Bêdarê ya Zaxo di xanyekê bikirê de djîn, rojane çav li azadkirna Elaedîn dikin.
.webp&w=3840&q=75)

