CENTCOM: HSDyê çekdarekî DAIŞê girt

08-03-2025
RÛDAW
Nîşan CENTCOM HSD Dêrezor Çekdar DAIŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li herêma Dêrazorê di operasyoneke HSD û Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞê de çekdarekî DAIŞê hat girtin.

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku di operasyoneke hevpar a li gel HSDyê de, emîrekî DAIŞê DAIŞê li nêzîkî bajarokê Şihêlê yê Dêrazorê hat girtin.

CENTCOMê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku hêzên wan li gel Hêzên Sûrieyay Demokratîk (HSD) operasyoneke hevpar li navçeya Şehîlê ya parêzgeha Dêrezorê li dar xist.

Li gorî daxuyaniyê di wê operasyona hevpar de, emîrekî DAIŞê yê bi navê Selah Mihemed El Ebdullah li nêzî bajarokê Şihêl hatiye girtin.

Her wiha hate destnîşankirin ku di operasyonê de dest bi ser hin çek, bombeyên destan û teqmenî jî hatiye girtin.

Hêzên CENTCOMê bi pêşkêşkirina piştgiriya teknîkî û îstixbaratê alîkariya operasyonê kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst